Kataloga “Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd” ji aliyê lêkolîner û nivîskar Nevîn Reşan Gungorê ve hatiye amadekirin ku weke pirtûk ji Weşanên Nûbiharê û bi sê zimanan bi Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî hat weşandin.
Nivîskar û lêkolîner Nevîn Reşan Gungor nêzîkî 20 salan li ser berhema xwe ya “Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd” xebitiye û agahiyên ku di pirtûkê de cih digirin li gorî arşîva şexsî, muze û çavkaniyên cur bi cur hatine nivîsîn. Gungor di nivîsa destpêka berhema xwe de armanca lêkolînê eşkere kiriye û sedema herî girîng a vê xebatê wisa diyar kiriye; cilûbergên gelêrî yên jinên Kurd tomar bike, ji wendabûn û talankirinê xelas bike û bi vî awayî vê mîrasa qedîm li ser piya bihêle û bigihîne siberojê. Nivîskar digel arşîva xwe ya şexsî, ji gelek arşîv û muzeyan jî sûd girtiye û berhema xwe bi vî awayî amade kiriye. Di danasîna Weşanxaneya Nûbiharê de ji bo berhemê tê gotin, “Cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî bi qelem û xêza Nevîn Reşan Gungorê ji nû ve hatine xêzkirin û wek xezîneyeke veşartî, deriyê wê ji bo modelîst û stîlîstan hatiye vekirin.” Pirtûk ji 200 rûpelan pêk tê û bi temamî rengîn hatiye çap kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN