- CF Kurdistanê zora SV Phonix Bochumê bir û ew ê di fînala kupayê de bilîze.
Beriya bi sê rojan, di maçên nîvfînalê yên kupaya wilayetê ya Bochumê ya bi navê Moritz-Fiege-Cup de CF Kurdistanê zora SV Phonix Bochumê bi encama 2:1 bir û ew ê fînalê bilîze. Pêr jî reqîbê wê diyar bû gava SC Weitmar 45´ê bi 6:1 zora VfB Annen bir.
CF Kurdistanê di çaryek fînalê de jî bi 3:1 zora DJK Adler Riemke biribû. Maça fînalê ya bi SC Weitmar 45´ê re jî wê 30´ê Tebaxê, yanî yekşema bê saet 13:00´an bê lîstin.
BOCHUM