Arkelogên girêdayî Înstîtûya Dîrok û Antropolojiyê ya Meksîka (INAH) li bajarê Uxmal yê antîk stelekî (kevirên bi nivîs) ku li du hêlên wê jî nivîs û fîgur hene û aidî çanda Mayayan e, derxistin holê.
Li ser rûyeki stel fîgurê jinekê û li ser rûyê din jî fîgurekî mêr hatiye xêzkirin. Ev kes weke xwedawend tên hesibandin û çerxa jiyan û mirinê temsîl dikin. Ev stel li kompleksa El Palomar ya ku di bin avê de mabû hatiye dîtin.
Li ser stelê ku hatiye dîtin fîgurê xwdewendeke ku etek li xwe kiriye û destên wê jî bi bazin in hatiye teswîrikirin. Di destê wê de jî çûkek heye.
Her wiha li rûyê din jî teswîrê xwedayekî din heye. Ew jî di destan de gopalek heye.
Bajarê Uxmal yê ku li herêma Puuc dimîne bajarekî dewleta Maya bû. Piştî Mîladê di sala 500’î de hatibû avakirin û yek ji herêma herî bi hêz ya dewleta Maya dihat qebûlkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN