Çepgirên dinyayê bang li PDK´ê kir

Nûçeyên Dosye

În 8 Çile 2021 - 16:35

 

Gelek partî û rêxistinên navneteweyî yên çepgir, bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşanî siyaseta şerxwaz ya PDK’ê dan. Partiyan di daxuyaniye de got; “PDK xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û azadiyê dike.”

Di destpêka daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi mehan e partiya li Başûrê Kurdistanê desthilatdar e PDK, bi bahaneyên durû xwe ji bo şerekî li dijî PKK’ê amade dike: “Eşkere ye ku PDK bi îftîra û provokasyonên leşkerî, bi hevkariya bi rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT’ê re ji bo dewleta Tirk a faşîst amadekariya bingeha şerekî dagirkeriyê yê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd dike. … Dewleta Tirk ji bo tinekirina PKK’ê, ji bo şikandina îradeya azadiyê ya gelê Kurd, bi hemû hêza xwe êrişî destketiyên gelê Kurd bi taybetî jî jinan dike. PDK a ku li ber hewldanên yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd radibe û bangên ji bo aramiyê nabîne, bi hevkariya xayin a bi dewleta Tirk a faşîst re şerekî navxweyî yê Kurdan sor dike ku dikare li her devera Kurdistanê belav bibe. PDK xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û azadiyê dike.

Em bang li PDK’ê dikin ku tavilê amadekariya hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re bi dawî bike, dawî li amadekariya şer bîne!"

Di nava partî û rêxistinên destek dayî bangê de ji Peravên Diranên Fîlan heta bi Fasê, ji Nepalê heta bi Awusturalyayê, ji Srîlankayê heta bi Buxaristanê, ji Fransayê heta bi Bosna Hersekê, ji Potekîzê heta bi Ukraynayê rêxistinên çepgir û sosyalîst hene.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.