Aktîvîstê aştiyê û dostê Kurdan Claus Schreer pêr 85 salî wefat kir. Ew piştî Şerê Cihanê yê Duyem, kesê pêşî bû ku ferza leşkeriyê red kir. Dewleta Elman ji ber piştgiriyawî ya bi tevgera azadiya Kurdistanê re jî ceza li wî birrîbû.

Claus Schreer navdartirîn aktîvîstê aştiyê yê Elmanyayê bû. Ew ji Oberschlesienê bû û li salên 1950´î li Dachau mezin bûbû. Wî ji salên 1960´î ve li Munchenî Marşên Hêkesorkê organîze dikirin, ev marş li dijî leşkerî û ji bo aştiyê tên lidarxistin. Rojnamevan Michael Backmund, hevalê Schreer pêr êvarê da zanîn ku Schreer miriye. 
Hevjîna wî Monika Ziehaus, hunermend Petra Gerschner, muzîkjen Konstantin Wecker û aktîvîst Azad Bingöl şîna xwe bi metnekê anîn ziman û wan got, “Mirina wî ji bo me hem ferdî û hem jî siyasî cihê xemê ye. Ji bo Claus jî ya ferdî û ya siyasî bi temamî bi hev ve bûn.

Claus ji bo me dostekî bi rastî, hevrêyekî zehmet jî bû. Lê ti carî ne oportunîst bû. Hem ji ber axaftinên xwe û metnên xwe yên ji bo piştgiriya ji bo tevgera Azadiya Kurdistanê û Abdullah Ocalan nivîsîn, bi destê dadgehên Elman hat cezakirin, hem jî wî li Kurdistanê beramberî leşkerên Tirk jî dît ka çawa panzerên Elman tên bikaranîn.”

Ew bi bîr dixin ku Claus beriya bikeve 80 saliya xwe bi demeke kurt, ji rojnamevanekî re gotibû “Şoreş di 80 salî de kêfxweş dike!”

Lê nekarî tevlî bêhtir çalakiyên ji bo şoreşê bibe. Clausê ku Hezîrana 1938´an hatibû dinê, 24´ê Tebaxa 2023´yan wefat kir.

MUNCHEN