
- Helbestvan Şêrko Bêkes di helbestên xwe de bi hêmayên “berxwedan” û “nerazîbûn”ê rewşa Kurdan a bindest şirove dikir. Helbesta wî ya bi navê “Piste pistek” (Hemoyê Piçûk) jî yek ji wan helbestan e ku bindestî û neçariya Kurdan tîne ziman. Ji lewma tenê xwedê maye ku Kurd pêlavên wî boyax nekirine. Lê lingên xwedê, lingên wî çend numre ne?
Carna helbestvanek û helbestên wî dikarin li bêkesiya welatekî xwedî derkevin. Nexasim jî welatekî ku ji hêla dagirkeran ve hatibe parçekirin û şêniyên wî welatî ber bi dinyayê ve belav bûbin, bûbin koçber û penaber. Ew xelk tenê dikare bi helbestan birîna xwe bikewîne û welatê xwe bibîr bîne. Ji lewma helbest ji bo xelkên bindest û dagirkirî girîng e, her wiha helbestvanên wî welatî jî bi qasî helbestên xwe girîng in. Dema mirov bi van hizran li helbestên Şêrko Bêkes û her wiha serpêhatiya wî dinihêre, mirov welatekî piçûk ango Kurdistanekê dibine di serpêhatiyê wî de. Wî bi helbetên xwe welatê xwe yê parçekirî kire yek parçe, parçeyekî ku ti hêz nikare careke dinê ew parçe bike û mêhtingeriya xwe li wir bi cih bike.
Şêrko Bêkes, ji ber helwêstên xwe hatibû sirgûnkirin, li çiyayan mabû û pêşmergetî jî kiribû. Her wiha wî li Başûrê Kurdistanê weke wezîrê rewşenbîrî jî kar kir, lê piştî ku dît li meclîsa wan rastî tine ye, weke helbestvanekî vê yekê qebûl nekir û îstifa kir. Şêrko Bêkes yek ji pêşengên helbesta modern a Soranî bû. Lê piştî demekê helbestên wî sînorên Kurdistanê rakirin û li çar parçeyan belav bûn. Her wiha li dîaspora û Ewrûpa jî xelkê helbestên wî nas kir û xwend. Yanî mirov bi rehetî dikare bibêje ku Şêrko Bêkes bi helbestên xwe welatekî piçûk ava kir ji me re, welatê ku Kurd lê azad û serbixwe ne. Ji lewma çi bi serê welatê wî hat nivîsand û qedrê qelema helbestvanî zanî; wî qelemê bikaranî weke şûrekî sincirî û di sînga dîktatoran re rakir!
Hêrsa li hember bindestbûnê
Helbestên Şêrko Bêkes yekser nasnameya Kurd û her wiha tadeya ku li Kurdan hatiye kirin şirove dike. Lê dema vî tiştî dike babeta wî ya sereke “berxwedan” e. Di helbestên wî de her berxwedan li pêş e û ew hêmayeke pirr girîng e ji bo Şêrko Bêkes û helbestên wî. Her wiha di helbestên wî de nerazîbûnek jî heye li hember tiştên ku bi serê xelkê wî de hatiye. Heta ew bi helbesteke xwe bela xwe bi xwedê jî dide û rewşa zarokekî Kurd ya li Meydana Mezin a Şamê bi helbesteke balkêş tîne ziman. Bi devê “Hemoyê piçûk î aware” bindestbûna Kurdan pirr xweşik rave dike û her wiha hêrsa xwe ya li hember vê kambaxtiyê jî derdibire.
Serê tewandî û xulamtiya xwedê!
Di nav helbestên Şêrko Bêkês de gelek helbest hene ku taybet in, lê bi ya min ev helbesta wî ji helbestên din taybettir e. Ji lewme me Kurdan tim pêlavên xelkê boyax kir û em ji wan re bûn xulam. Tenê xwedê maye ku me jê re xulamtî nekiriye! Ji ber serpêhatiyên ku bi serê me Kurdan ve hatine “serê westiyayî tewandî” ye her tim, her ku me serê xwe bilind kiriye yekî tepa xwe lê xistiye û dîsa kiriye ku em serê xwe bitewînin. Ev helbesta Şêrko Bêkes êdî niqteya dawî ye, ji lewma dibêje, “ez bawer im li wê dinyayê jî xwedê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe wê gazî kurdekî bike!”
Piste Pistek (Hemoyê Piçûk)
êvar bû
hemoyê biçûk î boyaxçî
li quncikê meydana mezin
li nav dilê bajarê şamê
serê westiyayî tewandibû
wek firça nav destê xwe
laşê xweyê zirav bilez bilez
dihejand.
hemoyî biçûk î eware
di ber xwe de
bi piste pist ev digot:
tu mamoste piyê xwe deyne!
tu bazirgan piyê xwe deyne!
zabit… casûs… leşker… celad mirovê baş…û mirovê pîç…
hûn hemû!
yek li pey yekî piyê xwe deynin
kes nema
tenê xudê ma
ez bawer im li wê dinyayê jî
xudê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe
wê gazî kurdekî bike
kî dibê
“ew kurd ne ez im”
ax dayê!
tu dibê pêlavên xudê çi qas mezin bin
çend numre ne lingên wî?
lê ji bo pere!
dayê tu dibê wê xudê çiqasî bide?
Jînenîgariya Şêrko Bêkes
Şêrko Bêkes dema ku 2´ê Gulana 1940´î li taxa Goyjeya Silêmaniyê hat dinê ew ne xerîbê helbestê û hunerê zimên bû; ew kurê helbestvanê navdar Faîq Ebdila Bêkes bû, kurê Şefîqe Seîdî Westa Hesen bû. Ew li du bajarên ruhekî hestî-zîz û helbestî ango li bajarê paşayê Baban Silêman avakirî, Silêmaniyê û li bajarê ku êdî Hîcazê têra împeretorên wê nedikir û Emewiyan ji xwe re û ji qesrê xwe re wekî paytext diyar û ava kir, li Bexdayê jiya û xwendina xwe ya seretayî û navîn temam kir.
Bêkes hîna di 17 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan dike û cara pêşîn helbestên xwe di kovara Jîn de li Silêmaniyê belav kirin. Li Bexdayê zanîngeh qedand û kitêba xwe ya yekem a bi navê Tirîfey Hellbest jî dîsa li vî bajarî sala 1968´an çap kir. Sala 1969´an pirtûka wî ya duyem derçû. Bêkes bi Kurmancî, Tirkî, Elmanî û Ingilîzî dizanî û ev jî ji bo wergerên helbestên wî paşê bû misogeriya pêşîgirtina li guhertina maneyê.
Şêrko Bêkes sala 1984´an beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû, careke din berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û dibe pêşmerge. Sala 1986´an ber bi derveyî welêt ve wek penaber çû Îtalya û ji wir jî berêx we da Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî. Weke helbestvanekî serketî li Swêdê wî sala 1987´an xelata Kurt Tuckholsky ji destê serokwezîrê Swêdê yê hingê Ingvar Carlson wergirt.
Sala 1991/1992´yan li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wezîrê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê, wî îstîfa kir û vegeriya Swêdê. Di nava sedemîn îstîfaya wî de girtina rojnameya Welat bi îdîaya “propgandaya PKK´ê kiriye” jî hebû. Jixwe wî yê paşê bigota li welatê min, radyo kerr jidayik dibe, televizyon kor û heger bixwazin bi saxî ji diya xwe bibin, wan kerr dikin û dikujin û wan kor dikin û dikujin.
Şêrko Bêkes piştî ku nêzîkî sê mehan û nîvê hatibû dermankirin, di 4´ê Tebaxa 2013´an li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra pişikan çûye ber dilovaniya Xwedê. Şaîrê mezin ê kurd di 73 saliya xwe de rehmet kir û li ser daxwaza xwe li Parka Azadî ya Silêmaniyê veşartî ye. Wî hinceta xwe jî wiha îfade dikir: Li wir bîhna min wê teng nebe, keç û kurên ciwan, evîndar wê bibin mêvanên min.
NAVENDA NÛÇEYAN












