Şêrko Bêkes bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Tebax 2024 - 00:15

Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes salvegera 11’an a wefata xwe de li Parka Azadî ya Silêmaniyê li ser gora xwe hate bibîranîn. Merasîma bîranînê bi muzîkê dest pê kir.

Beşdarên tevlî bîranînê bûn qurnefîl danîn li ser gora Bêkes û perde li ser peykerê nû yê helbestvanê nemir hat rakirin. Di bîranînê de axaftin, muzîk, helbest, çalakiyên hunerî û çalakiyên cur be cur yên çandî hatin pêşkêşkirin.

Her wiha helbestên Şêrko Bêkes ji aliyê kurê wî Helo Şêrko Bêkes ve hatin xwendin. Helo Bêkes ragihand ku dê di meha Îlonê de li Silêmaniyê mûzexaneya Şêrko Bêkes were vekirin.

Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di 4’ê Tebaxa 2013’yan de ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya Karolînska ya li paytexta Swêdê Stockholmê, diçe ber dilovaniya xwedê. Şêrko Bêkes beriya wefat bike ev wesiyet kiribû: “Min li Parka Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a di sala 1983’yan de hatiye avakirin, veşêrin. Li wir wê bêhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev wê bibin mêvanên min.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.