
Li Muzexaneya Şêrko Bêkes ji bo nivîskar Mihemed Kurdo semînerek taybet li ser cih û hebûna helbestvanê mezin yê Kurd Şêrko Bêkes di wêjeya Kurdî de hate lidarxistin.
Saziya Kerîmî Eleke ji bo Mihemed Kurdo gotarek lidar xist û rola girîng ya Şêrko Bêkes wekî helbestvanekî netewî ku karibû xemgînî û êşên gelê xwe bi zimanekî hunerî yê bilind vebêje, nîqaş kir.
Nivîskar Mihemed Kurdo di semînerê de axivî û têkildarî helbestvanê navdarê Kurd Şêrko Bêkes wiha got: “Şêrko Bêkes dahênerekî mezin bû û xwedî hejmarek taybetmendiyên cuda bû, hêza xwe îfadekirinê û herikîna ziman aliyên herî xurt yên helbestên wî bûn. Şêrko Bêkes her tim dikarîbû wêneyên helbestî û xwezayê bikar bîne da ku peyamên mirovî û netewî bigihîne.
Şêrko Bêkes di nivîsên xwe de cih û kesê bi hev ve girêdide. Wî her wiha di giranî û şêwaza helbestên nû de guhertinên berbiçav kir, heta wisa kiriye ku bi rêya deng qafiyeyê çêkiriye ku taybetmendiyek wî ya pir kêm tê dîtine.
Xalek din a balkêş a helbestên Şêrko xweza ye di helbestên wî de û wî girîngiyeke taybet daye wê. Şêrko Bêkes di helbestên xwe de behsa êşa bi rêya xwezayê jî kiriye. Wî her tim mirin veguherandiye jiyanê. Wesiyeta wî, ku behsa veşartina cenazeyê xwe li Parka Azadî ya li bajarê Silêmaniyê dike, vê yekê nîşan dide.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ















