Şêrko Bêkes; helbestavanê serdema xwe

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Tebax 2024 - 00:20

Helbestvanê bi nav û deng yê Kurd Şêrko Bêkes helbestvanek yê serdemê bû ku bi helbestên xwe xizmet ji bo huner û dîroka gelê Kurd dikir. Gelek berhem ji bo civaka xwe li pey xwe hişt.

11 sal bi ser wefata Şêrko Bêkes re derbas dibe. Şêrko Bêkes kurê helbestvanê bi navûdeng yê Kurd Fayîq Bêkes e ku di 2’ê Gulana 1940’an de li Taxa Guyjer a bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Şêrko Bêkes dema 8 salî bû, bavê wî di sala 1948’an de wefat dike. Bi gelek zehemetiyan re Bêkes qonaxa dibistanê ya amadeyî temam kir. Bêkes yekem helbesta xwe di 17 saliyê de dinivîse û ev helbesta xwe di rojnameya Jin de belav kir. Bêkes di sala 1969’an de li gel Nesrîn Mirza dizewice.

Di sala 1965’an de dibe pêşmerge û di radyoya Dengê Kurdistanê de li Şikefta Serdêman a Başûrê Kurdistanê dest bi kar dike. Ev şikefta nêzî kîlometreyek ji rêya navnetewî dûr e. Li gorî diyardeyan ev şikeft dikeve nêzîk Gundê Şînawew ya bajarokê Qerê ya navçeya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê.

Di sala 1968’an de yekem pirtûka bi navê ‘Tirîfey Helbest’ li Bexda çap dike. Di sala 1970 ‘an de çend helbest bi navûdeng yên wê serdemê ku bangewazî ji bo guhertana di helbestê Kurdîde dike û cure helbestê nû yê Kurdî belav kir.

Dezgeha çap û weşanê ya serdem

Di sala 1987’an de li Swêd ‘Xelata Tuxulskî’ ji destê Serokwezîrê wê demê yê Swêdê Îgvar Kalrisunewe werdigre.  Di sala 1992’an de ji Swêdê vedigere Herêma Kurdistanê, di wê salê de dibe Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev yek jî yekem kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dihat avakirin. Piştre Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê wêdemê ji lîsteya PDK’ê Franso Herîrî biryara girtina Rojnameya Welat dide. Li hemberî vê biryarê Şêrko Bêkes di sala 1993’ê de dest ji kar berda. Di sala 1998’an de bi rêya heval û jimarek kes ‘Dezgeha çap û Weşanê ya Serdem’ li bajarê Silêmaniyê damezirand. Ev dezgeha çap û Weşanê ya Serdemê heya nihajî li bajarê Silêmaniyê xizmetê ji welatî û kesayetiyan re dike. Di nava Dezgehê de hîna jî cihê Bêkes wek xwe maye û tû deskarî jî lê nahatiye kirin.

Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin!

Di dema komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li sala 1999’an Şêrko Bêkes qesîdeyek li ser Rêber Ocalan dinivîse û dibêje; “Ev der Silêmani ye, ev çend roj e xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavên cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê kurdan teslîm bigirin. Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin, Newroz çawa bê agir dibe? Gola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmaniyê ye, hemû dilên vî bajarî wek sêva darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin. Ev xemginiyeke neteweyî ye, min xewna perperokekî dît. Ez digirim û çavên min li Amedê ye.”

Bêkes xwediyê gelek ezmûnên cuda cuda bû, gelek nivîs, helbest, şano, wêne û destan nivîsiye. Bi van nivîsên xwe êş û zoriyên kişandî aniye ser ziman.Bêkes di 4’ê Tebaxa sala 2013’an de li paytexta Swêdê Stokholmê ji ber nexweşiya penceşêrê wefat dike. Li ser wesyeta Bêkes cenazeyê wî li Parka Azadî ya li Silêmaniyê hate veşartin.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.