- Cemalê Mihê ku ji şairên gelêrî yê Botan e, ji ber şewba vîrûsa koronayê koça dawî kir.
Dengbêjê navdar ê herêma Botanê, Cemalê Mihê pêr ji ber şewba vîrûsa koronayê koça dawî kir. Ew li Şirnexê hat veşartin.
Cemalê Mihê ku ji şairên gelêrî yê Botan e, ji ber nexweşîna pençeşêrê derman dibû. Beriya bi 7 rojan jî bi şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketibû. Ji ber vê nexweşiyê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat dermankirin. Lê belê pêr ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Dengbêj Cemalê Mihê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenezeyê Dengbêj Cemalê Mihê doh ji hêla malbat û hezkiriyên wî ve li Goristana Kendalê ya li navenda Şirnexê hat veşartin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi rêya Komîsyona xwe ya çand, huner û perwerdehiyê, ji ber wefata dengbêj Cemalê Mihê peyameke sersaxiyê weşand.
ŞIRNEX