Cejna Xavankar a Kurdên Yaresan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Mijdar 2023 - 00:43

Kurdên Yaresan ên ji çar aliyên Kurdistan û Îranê di 31’ê Cotmehê de li Sedat Hayderî Tekiye ya gundê Toşamiyê yê girêdayî bajarê Gahvare ya parêzgeha Kirmaşanê kom bûn û kevneşopiya Xavankar pîroz kirin.

Ev cejna ku yek ji kevneşopiyên kevnar û girîng ên Kurdên Yaresan e, piştî rojiya sê rojan hat lidarxistin. Di nava kesên ku beşdarî cejnê bûn de xelkê gundê Toşamî, ji bajarên cuda yên parêzgeha Kirmaşanê û mêvanên ji Qezwîn, Kelardeşt, Hamedan û ji bilî civaka Yaresan gelek kes ji bajarên Pave, Javanrud û Merîwanê jî beşdar bûn.

Jin û mêr bi cil û bergên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn, piştî rêzgirtinê ji hemû beşdaran re weke bereket xwarin hat dayîn. Mêvan li ser sifreya Siltan Îshaq Xavankar rûniştin û xwarina xwe xwarin. Taybetmendiya herî girîng a cejnê ew e ku her kêlî bi awayekî kolektîf tê amadekirin.

Penaseya xêr û bêrê

Ev cejna ku berxwedana Siltan Îshaq û rêhevalên wî yên li dijî dagirkeran tîne bîra me navê wî jî heye û li gorî hin agahiyan behsa “Xavankarê” Sultan Îshaq ku vejîna wî bûye, tê gotin. Ev nav tê wateya kar û debar, xwediyê rizqê.

Koka vê peyvê ji wê baweriyê ye ku di rêûresma Yaresan de, nêrîna Sultan Îshaq ji bo kar û jiyana mirovan çavkaniya pirbûna kar û jiyana mirovan tê dîtin û divê mirov serî li wî bidin da ku di karê xwe de li tenduristî û xebatê bigerin û debara xwe zêde bikin. Ji ber vê sedemê jê re dibêjin Xavankar ku di Kurdî de navekî hevedudanî ye û ji du peyvan pêk tê. Peyva yekem xavan e ku tê maneya xwedan, beşa duyem jî kar bi Farisî tê maneya qezêncê.

NÛJINHA/GAVHARE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.