Îro di sibeha Cejna Qurbanê de zarok li Rojavayê Kurdistanê, cejn pîroz kirin û li şêkiran geriyan. Zarokan cilûbergên xwe yên cejnê li xwe kirin. Ji bilî gera li şekir û eydaniyan, zarok bi malbatên xwe re diçin serdanên xizmên xwe jî. Nûçegihanên ANHA´yê dîmenên pîrozbahiyên Cejna Heciyan (Qurbanê) girtin û di dîmen û wêneyan de kenê zarokan û cejn li hev dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN