Cegerxwîn li Êlihê bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 00:57

Nivîskarê Kurd Cegerxwîn li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê bi xwendina helbestên wî hate bibîranîn.

Komeleya Çand û Lêkolînên Ziman a Arî (ARÎ-DER) ji bo nivîskar û helbestkarê Kurd Cegerxwîn li Parka Yilmaz Guney bernameyeke bîranînê li dar xist. Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, nivîskarên ji bo Fûara Pirtûkên Kurdî hatine bajêr, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Bernameya bîranînê bi xwendina jiyana Cegerxwîn dest pê kir. Pişt re ji aliyê nivîskar Berken Bereh, Roza Metîna û xwendekarên ARÎ-DER’ê ve helbestên Cegerxwîn hatin xwendin. Piştî xwendina helbestan a ji aliyê beşdarvanan ve hate ecibandin Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik axivî.

‘Em bi minet bîbîr tînîn’

Işik, diyar kir ku Cegerxwîn ji çand, ziman û hunera Kurd re pêşengtî kiriye û got: “Em Seydayê Cegerxwîn di 40’emîn salvegera mirina wî de ji dil û can bibîr tînîn. Em ji bo van berhemên ku ji bo vê nivîsandine, ji bo ked daye vê axê, ji bo keda daye nivîskarên li ser vê axê dijîn em wî bi minetdarî bibîr tînîn. Pêşiya kesên ji bo vê axê kedê didin ji aliyê hêzên dewletê ve hate girtin, hatin girtin û sirgunkirin. Berhemên wan hatin qedexekirin, ji holê hatin rakirin. Tenê ji bo li dijî pergalê nivîsandin gelek caran bi qedexeyan re rû bi rû man. Em pêşberî keda wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.