Navçeya Mêrdînik a Erdexanê ya ku her sal di bin navê "nûkirinê" de bi hezaran darên wê tên birrîn, her diçe şorax dibe.

Midûriyeta Daristanan a ser bi walîtiya dewleta Tirk, par xwestibû li herêma Canîbeg û Çalpenekê daran bibirre, lê piştî ku gundiyan nerazîbûn nîşan dabû, birrîna daran hatibû sekinandin. Par li gelek gundên navçeya Mêrdînikê bi navê "nûkirinê" 60 hezar dar hatibûn birrîn û hat zanîn ku îsal jî 15 hezar dar hatine birrîn. Çendî projeya "nûkirinê" ye jî, lê heta niha li şûna darên hatine birrîn dareke bi tenê jî nehatiye çandin. Lewma her diçe navçeya Mêrdînikê şorax dibe.

Li gundê Mihkerek ê Mêrdînikê jî bi hinceta "nûkirinê" dar tên birrîn. Ji xelkê gund, Şînasî Haydaroglû ji bo daristan neyên qirkirin têdikoşe û ji bo vê helbest nivîsandine û ji rayedarên dewletê re şandine. Ew dibêje, li herêmê bi hezaran dar ji bo birrînê hatine deqkirin: "Em ê nehêlin. Ji gund heta zozanan dar hatine birrîn. Min ev hemû bi kamerayan tomar kiriye. Em dizanin ku qaçaxçî van daran dibirrin, lê haya karmendên Midûriyeta Daristanê ji vê heye.

Li vir ji bo birînê 200 dar demxe kirine. Lê ji dêvla vê 500 dar tên birrîn. Li vî gundî her kes li dijî birrîna daran e. Êdî daristan nemaye, hûn çi dibirrin? Gotin nûkirin e, ew ê 40 hezar darî deynin lê tiştek nekirin.

Min bi hezaran daxwazname dan, karmendekî ji min re got 'tu serê xwe li keviran jî bidî, dê tu tişt neguhere.' Ji ber ku xwedî li daristanê derketim, sê caran ji bo îfadeyê gazî min kirin."

MA/ERDEXAN