Di hin çandên li dinyayê de cihê hin rîtuelên rojane gelekî heye. Yek ji van rîtuelan ku di çanda rûtîna rojane de li nav miletan cihê xwe girtiye, yek jê ya çayê û vexwarina wê ye. Berevajî hizra belav, vexwarina çayê li Ingilistanê nisbeten çandeke nû ye. Bi Mêhtingeriya Ingilistanê li ser Çînê, ev çanda hanê li Ingilistanê belav bûye. Lê bi sedan û heta hezarê salan ev çand li Çînê, welatên cîranê wê yên weke Koreyê hebû. Li Japonyayê bi xwe çayê û çêkirina aromayên cihê ji pelên çayê hunerekî bi serê xwe ye.
Axir em li vir berê xwe bidin hunerekî nû yê elaqedarî çayê. Çaydanên ecêb ên seramîk. Hunermenda jin a Koreyî Ahrong Kim di vî hunerî de serketî ye. Ew niha li bajarê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê New Yorkê dimîne. Ew ji Zanîngeha Kon Kuk a Koreyê, ji beşa seramîkê sala 2008´an mezûn bûye. Heta niha gelek pêşangehên wê yên solo yên neteweyî û navneteweyî çêbûne. Ji van ên herî dawiyê pêşangeha solo ya bi navê ‘Internal Voice’ a li The Clay Studio ya Philadelphiayê û a bi navê ‘Ahrong Kim, New Work’ a li Galeriya George Billis a li Manhattanê bûn.
NEW YORK