- Çav, weke “pencereyên ruh” tên zanîn. Ew derbarê kesayet û hestên mirovan de gelek tiştan dibêjin ji me re.
Çav, weke “pencereyên ruh” tên zanîn. Ew derbarê kesayet û hestên mirovan de gelek tiştan dibêjin ji me re. Maldha Mohamed tabloyên çavan çêdike. Ew li ser hêstên çav derdixin holê, dirame û hêza wan ya hestiyariyê xêz dike. Ew çavan pirr ji nêz ve xêz dike û hestên mayî yên veşartî jî ji bîneran re dihêle.
Maldha Mohamed bi derbên stûr ên firçeyê van çavan çêdike. Her çav xwedî serpêhatiyekê ye û xwedî rengekî cuda ye. Mohamed derbarê van çavan de dibêje, “Çav gelek bi bandor in. Dikarin serpêhatiya kesekî bibêjin, ango ew dibêîjin ka ew kes ji ku hatiye û çi hatiye serê wî. Li gorî min di nav endamên laşê mirov de çav herî dilsoz in, ez jî dixwazim bi van çavan hunerekî dilsoz ava bikim. Ji lewre, wek mijar di tabloyên xwe de cih didim çavan.”
Dibe ku çavên Maldha Mohamed weke hev werin xuyanê, lê na, her çavek xwedî awirekî cuda ye û bi rengekî cihê hatiye xêzkirin. Bi derbên firçeya xwe û bi ronahiyê, çavên cur bi cur çêdike.
NAVENDA NÛÇEYAN