Çareserî xwebirêvebirin e
Duşem 27 Çile 2025 - 03:35
Bi daxwaza ku statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were naskirin, li Amedê kampanyaya îmzeyan a “Ji Rojava re statû ji bo gelan azadî” hat destpêkirin. Deklarasyon, li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) tê ragihandin. Hevserokê Giştî yê DBP Keskîn Bayindir û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Deklarasyona bi Kurdî ji hêla ji hêla Şanogerê Kurd Ozcan Ateş ve hate xwendin û hate gotin:“Sînorên ku bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê ve li ser înkara rastiya çandî, civakî û siyasî ya herêmê hatin xêzkirin, li şûna çareseriyê, pirsgirêkên li herêmê mezintir kirin. Statukoya ku di salên dawî de ket meriyete, li Rohilata Navîn rê li ber qeyran û şerên nû vekir. Sedsala borî nîşan da ku, tu hevkêşe û hesabên ku heqîqeta erdnîgariya me înkar dikin, nabin çareserî. Lêgerîna rêveberiyên yekperest, otorîter, dijdemokratîk û înkara gelan esas digire, pirsgirêkên heyî kûrtir dikin. Îro li Rojhilata Navîn desthilatdarên destpotîk yek bi yek hildiweşin û em bi hev re şahidiya vê yekê dikin. Ji bo çareseriya qeyranên Rohilata Navîn rêyek tenê heye. Ev rê jî; pergaleke li ser naskirina çand, bawerî û azadiya gelan hatiye avakirin e.
Yên înkar dikin êdî namînin
Di rastiya Sûriyeyê de geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku, projeyên netew-dewletî yên ku li ser înkara cudahiyan tên avakirin, êdî nikarin li ser piyan bisekinin. Li Sûriyeyê tekane rêya çareseriyê îradeya xwerêveberinê ya gelên hêrêmê ye. Di 10 salên dawî de, modela rêvebirinê ya ku bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin, ji gelan re derfetên aştî û aramiyê afirand. Dewleta Tirk a ku ev sed sal in pirsgirêka Kurd çareser nake, îro hewl dide modela rêveberiya demoratîk a Rojava ji holê rake. Gelek caran derket holê ku polîtîkayên bi vî rengî ne li Tirkiyeyê, ne li Sûriyeyê û ne jî li devereke din di çareserkirina pirsgirêka Kurd de encam nadin, bi kêr nayên. Em weke partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, sazî û rêxistinên demokratîk ên ku îmzeyên wan li jêr hene; geşedanên li Sûriye û Rojava diqewimin ji nêz ve dişopînin.
Êdî tehamûla bêstatûbûnê nîne
Bangawaziya me ev e; gelên ku li herêmê dijîn êdî nikarin jiyana bê statû tehemûl bikin. Bi taybetî jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li Rojhilata Navîn jî aştiyê bi xwe re bîne. Bi vê ve girêdayî em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin û piştgirî bidin avakirina rêveberiyeke demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.”
MA/AMED