• Zextên li ser zimanê Kurdî didomin û gelê Kurd jî li dijî zext û êrişan bi xwedîderketina li têkoşînê dibe bersiva van êrişan.

ROZERÎN GULTEKÎN / JINNEWS/AMED

Zextên li ser zimanê Kurdî didomin û gelê Kurd jî li dijî zext û êrişan bi xwedîderketina li têkoşînê dibe bersiva van êrişan. Nexasim di 15’ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî de dewletê careke din polîtîkayên şer danîn holê û li gelek bajaran destûr neda hunermendên Kurd derkevin ser dikê.

Endama Komeleya Wêje Huner û Çandê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata û nivîskar Ronayî Onen polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk nirxandin.

Salîhayê got, li welatên din her malbat bi zimanê xwe diaxive û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Lê li Tirkiyeyê malbat bi fikara ku wê zarok serketî nebin, bi Tirkî diaxivin. Em neheqiya herî mezin li zarokan dikin. Em wan bi sînor dikin. Heger zarok zimanê xwe yê dayikê bizanibin, wê zimanên din jî baş hîn bibin. Em divê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em peywirê didin ser milê saziyan. Jenerasyona nû diçe kursan. Lê ev ne çareserî ye.

Çareserî li malê ye. Divê em li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Divê em wisa xwedî li çanda xwe derkevin. Divê em bipirsin gelo li Tirkiyeyê çend zarok bi Kurdî diaxivin? Ji bo Kurdî tine nebe, divê em bi zarokan re bi Kurdî biaxivin.”

Ronayî Onen jî bal bire ser rola avabûna nasnameya mirov û got; “Ji bo hebûna Kurd bidome, divê Kurdî zindî bimîne. Dewlet bi bandora jinê ya li ser zimên dizane û ji ber vê zextan li jinan zêde dike. Vê jî wek mêranî û serketinê dibîne. Desthilatdarî dixwaze jinan desteser bike û desthilatdariya xwe mezin bike. Yanî pirsgirêka ziman û pirsgirêka Kurd ji hev cuda nînin. Divê em van her du mijaran bi hev re şirove bikin û binirxînin. Em ê ji bo Kurdî û mafên Kurdan têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî zayendperestiyê jî têkoşîna xwe mezin bikin.”