Enstîtuya Polîteknîk a Pênciwên 3 sale hatiye vekirin, beşên karsazî û hemşîretiyê di nav de ne. Nêzîkî 100 xwendevanên wê hene, lê Encûmena Wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hinceta nebûna mamosta û kadroyên zanistî dixwaze vir bigre.
Vînos Salar ku keseke yê Pênciwêne di derbarê mijarê de axivî û wiha got: “Yekane projeya di warê perwerdeyê de ji bo bajarok hatî kirin, Enstîtuya Polîteknîk a Pênciwêne. Wê jî niha dixwazin bigirin. Em dixwazin pêdawîstiyên di warê mamostayan û malên xwendekaran de werin dabînkirin da ku neyê girtin. Girtina Enstîtuyê ji bo xelkê sînor di warê aborî û perwerdeyê de zirareke mezin e. Sedema girtina Enstîtuyê ji ber nebûna avahiya dezgeha navxweyî ye.”
Divê neyê girtin bê mezin kirin
Waliyê bajarokê Pênciwên Zana Rehman jî derbarê mijarê de axivî û got: “Saleke bi hinceta nebûna mamosta û kadroyên zanistî, hewlek a girtina Enstîtuya bajarokê me heye. Niha jî xelkên dilsozê bajar, çalakvan û mamostayên olî ve, hewla rêgirîkirina girtina Enstîtuyê tê dayîn. Wezîrê Xwendina Bilind û Serokê Zanîngeha Polîteknîkê, berpirsên sereke yên zindîkirina Enstîtuyê ne. Divê xwedî lê derbikevin û bi kadroyên zanistî û mamosteyan dabîn bikin ku neyê girtin. Em weke gelê herêmê hebûna Enstîtuyê pêwîst dibînin, li şûna ku bê girtin, wê berfireh bikin, bikin Enstîtuyek serbixwe û beşên wê zêde bikin. Ti pirsgirêkên Enstîtuyê di warê avahîsaziyê de nîne. Tenê kadroyên zanistî yên mamostayên xwedî bawernameyên master û doktorayê ders didin nîne. Erkê Wezareta Xwendina Bilind e ku vê valahiyê dagire.”
ROJNEWS/PÊNCIWÊN