Careke din êrişa hovane
Çarşem 22 Çile 2025 - 03:30
Artêşa Tirk a dagirker careke din êrişî nobedarên Bendava Tişrînê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, birîndar hene.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî 40 rojî ve êrişî Bendava Tişrînê dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, li bendavê nobetê digirin. Dewleta Tirk gelek caran êrişî nobedarên bendavê kirine û komkujî pêk anîne. Di encama komkujî û êrişan de 15 kes şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker li xaçerêya bajarê Sirînê kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan bombebaran kir. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li xeçerêya Sirînê ya li başûrê Kobanê kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan bombebaran kir. Li gorî agahiyan, kargeh ji xizmetê derket.
ANHA