‘Çarçove, çand û felsefeyek nû ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Nivîskar Medenî Ferho cudahî û nakokiyên tevgerên Kurdî yên ku li dijî pergalên dagirkirina Kurdistanê derketine û Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an nirxandin.

MEDYA HENAN / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar Medenî Ferho cudahî û nakokiyên tevgerên Kurdî yên ku li dijî pergalên dagirkirina Kurdistanê derketine û Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an nirxandin.

Medenî Ferho got, “Şoreşa Rojava di civakê de çarçoveyek, çandek û felsefeyeke nû ye. Dema em behsa felsefeyê bikin, divê em behsa rola rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî bikin ku teorî û rewşa Kurd di nav 5 hezar salan de analîz kir û jê fikreke nû derxist.”

Medenî Ferho bal bire ser Komara Kurdistanê ya li Mehabadê, got, tenê ew dikare beriya Şoreşa Rojava weke şoreş bê binavkirin û got, “Şoreş; derketina li ser rewşa heyî li ser bingeha felsefeyeke nû yan jî çandeke nû ye.

Şoreş; tevgereke civakî ye ku felsefeyekê dike bingeh. Zêhniyeta civakê bi pêş dixe û diguhere. Şoreş, ne guhertineke siyasî yan jî guhertineke ji bo têkbirina desthilatê û pêkanîna desthilateke din e, wê demê ev dibe darbe.”

‘Xwe dispêre berxwedana gel’

Medenî Ferho behsa taybetmendiyên şoreşa Rojava jî kir û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji Şoreşa Mehabadê jî cudatir e. Lewma Şoreşa Rojava destketiyên xwe parastin. Yekem şoreş e di dîroka Kurdistanê de ku xwe dispêre berxwedana gel. Tevlêkirina beşên gel hemûyan di standina biryar û rêveberiyê de û pêkanîna rola xwe di desthilatê de teqez dike.”

Medenî Ferho behsa rola rewşenbîran li herêmê jî kir û got, “Dema em bala xwe bidin dîrokê, bi taybetî dema di navbera 1925-1926`an de, gelek ronakbîr, rewşenbîr û siyasetvanên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê li Rojava bi cih bûn. Her wiha di nav kurdistaniyên li Şamê de jî gelek ronakbîr û rewşenbîr hebûn ku têkoşîna çandî û siyasî di nav gelê Kurd de ji bo berxwedan meşandin li hemberî dewleta Tirk li aliyekî û li aliyê din ji bo gelê Kurd li Rojava şiyar bikin da ku doza mafên xwe yên neteweyî bike. Mîna Mîr Celadet Bedirxan û endamên vê malbatê, Nûredîn Zaza, Nûrî Dêrsimî, Cegerxwîn, Qedrîcan û gelek kesên din.

‘Abdullah Ocalan tovê têkoşînê çandin’

Medenî Ferho çûna Abdullah Ocalan ya Rojava jî wiha nirxand: “Di nava 20 salan de bi gelek kesayetên nîştimanî, çandî, siyasî û civakî re hevdîtin kirin. Tovên têkoşîn û şoreşê di dilê pirraniya gelê Kurd û pêkhateyên din de çandin. Ev pêngav yek ji faktorên destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û bipêşketina wê bû.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.