Giyayê Soya ku li nava xelkê û bazarê de weke goştê hişk jî pênase dikin, giyayek ji malbata baqlemeniyane û mîna fasûlye û lobiyan sûdek xwe yê zêde heye. Di aliyê vîtamînan de jî pir dewlemend e. Îsal hinek cotkaran li sinorê Germiyanê yekem car Soya çandine.
Cotyarên Germiyan nêzî 300 donim zevî xistine Soya. Ji bo çêbûna wê sê heta şeş mehan pêwîste heta berhem digre. Di salên borî de Soya li hinek deverên din ên Herêma Kurdistanê hatiye çandin, lê ne di wê astêde bû ku têra pêdawîstiyên bazara navxwe bike.
Soya gelekî sûdmend e
Serkewt û Berhem du cotkarên ji bajarokê Serqela ya ser bi bajaroka Rizgarî ya girêdayî îdareya Germiyan in. Her yek ji wan 150 donim zeviyên xwe xistine Soya. Her du cotkaran diyarkirin ku cûreyê ku wan çandine di nava sê mehan de berhem digre.
Berhem Fatih li ser çandina Soya yê got: “Îsal yekem care me giyayê Soya li sinorê Germiyan çandiye. Li deverên din ên Kurdistanê çend salekin tê çandin. Em dixwazin îsal biceribînin, eger baş bû, salên bê em ê hîn baştir kar li ser çandina wê bikin.” Behem diyarkir ji Soya goştê hişk, şîr û penîr tê çêkirin. Her wiha ji bo xwarina masî û mirîşkan jî tê bikaranîn. Giyayê wê jî dikarin weke alif bidin ajalan.
Berhem Fatîh eşkere kir ku ji bo her donimek zevî 10 kîlo Soya diçînin. Dema berhem digre jî ji her donimekê nêzî 3 ton berhem tê bidestxistin. Berhem diyarkir tovê Soya bi zehmetî bi dest wan ketiye û kîloya wê bi 7500 dînaran e û got: “Heta niha dermanê paqijkirina vî giyayî bi dest neketiye. Li Germiyan ji bilî kargehên alif ti kargehek din nine ku ev berhem lê were firotin.”
Serkewt Newzad jî got:“Li vê devera me zêdetir yê sê mehî yan jî çar mehî tê çandin. Me destpêka meha Hezîranê çandiye û wê destpêka meha Cotmehê berhem bigre.” Serkewt diyarkir ku her çar rojan carekê Soya tê avdan, giyayeke xwe li ber germahiyê digre. Wek genim û ceh bi deraseyê tê dirûn û puşê wê ji bo ajalan tê bikaranîn.
ROJNEWS/GERMIYAN