Komeleya AVESTA dê di 1'ê Cotmehê de dest bi kursên Kurdî bike. Serokê komeleyê Alî Yalçinkaya ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê, bang li her kesî kir da ku miracaetî kursan bikin. 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (AVESTA) ku di sala 2018'an de li Îzmîrê hat damezrandin, kursên kurdî dide. AVESTA ku ji roja hatiye avakirin heya niha 3 mehan carekê kursên nû dide destpêkirin, heya niha zêdetirî 4 hezar şagirtî jê mezûn bûne. Ji bo kursên nû yên payizê jî heta niha nêzî 200 kesî miracaetî komeleyê kiriye.

Kursên Kurmancî û Kirmanckî, dê online û rû bi rû bin; ew dê di Cotmehê de dest pê bikin. Kursên rû bi rû dê rojên şemî û yekşemê û yên online jî dê rojên duşem, çarşem û înê bên dayîn. 

Ji bo kursên nû 200 şagirt

Serokê Komeleya AVESTA'yê Alî Yalçinkaya anî ziman ku ew dê kursan li navçeya Konakê ya Îzmîrê li Jînartê bidin. Yalçinkaya da zanîn ku di dema pandemiyê de wan kursên online li dar xistine û got, "Wê demê gelek kes ji bo hînbûna ziman miracaetî me kirin. Ev du sal in jî em dersên rû bi rû didin. Em kursên xwe sê mehan carekê temam dikin. Xebatên me yên ji bo kursên payizê didomin. Ji bo kursên nû zêdetirî 200 kesî miracaetî me kiriye. Ji sala 2018'an ve qederê 4 hezar kesan miracaetî me kiriye. Em her serdemê sertîfîkayan didin şagirtên serketî." 

Nav Kurdî ye lê ziman Tirkî ye!

Yalçinkaya destnîşan kir ku ziman hebûna mirovan e û got, Kurd ji bo parastina hebûna xwe divê hînî zimanê xwe bibin. Yalçinkaya got, "Windabûna zimanekî windabûna gelekî ye" û wiha dewam kir: “Ziman tên jibîrkirin. Hînbûna ji pirtûkan têrê nake. Ez ji dê û bavên xwe fêrî Kurdî bûm. Ger zarokên me jî ji me hîn nebin, dê ziman winda bibe. Berê navê me bi tirkî bûn, lê zimanê me Kurdî bû. Lê niha navê zarokan bi Kurdî ye, lê zimanê wan Tirkî ye." 

Ji bo fêrbûna Kurdî miracaet bikin

Yalçinkaya destnîşan kir ku kesên dixwazin fêrî Kurdî bibin, dikarin miracaetî komeleya wan bikin û got, "Hesabên medyaya dîjîtal ên AVESTA'yê hene. Li ser înternetê malpera Avesta Komeleya Çand û Ziman heye. Xelk dikare bi rêya formên li wir miracaet bike. Ger peyamê bişînin, em jî dikarin alîkariyê bikin. Perwerdehiya me dê hem online hem jî rû bi rû be." 

Kesên bixwazin miracaetî kursan bikin, dikarin bi rêya lînka jêr yan jî koda bi çarçik, xwe bigihînin komeleyê.

MA/ÎZMÎR