• Navenda PENa Elman: Berhemên çandî yên civaka Kurd ên kêmdîtî û bi nirx ên civaka Kurd serbest bikin. Divê ew li saziyeke guncaw bin da ku Kurd û lêkolerên lêkolînên çandî karibin xwe serbest bigihînin wan.

Yekîtiya weşanger û kitêbfiroşan a Elman Börsenverein des Deutschen Buchhandels û Navenda PENa Elman xwestin ku danehev û mîrateya çanda Kurdî ya ku rayedarên Elman desteser kirine, li xwediyê wan bên vegerandin.
Börsenverein des Deutschen Buchhandels çarşemê tevî Navenda PENa Elman xwest ku kitêb, qeydiyên dengan û amûrên muzîkê yên bi kamyonan hatin desteserkirin, li Kurdan û ji bo lêkolînê vekiribîn. Ev malzemeyên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mir Multimedia GmbH (MÎR Muzîk) bûn. 

11´ê Adara 2018’an polêsê Elman bi fermana Wezareta Karê Hundir bi ser avahiya her du saziyan de girtibû û hem kitêb, qeydiyên deng û amûrên muzîkê û hem jî ekîpmanên studyoya qeydiya deng desteserkiribûn. Di nava malzemeyên desteserkirî de mezintirîn arşîva muzîka Kurdî ya li derveyî welêt jî hebû. 12´ê Sibata 2019´an bi biryara wezîrê karê hundir ê hingê Horst Seehofer her du sazî li Elmanyayê bi îdîaya peywendiyên bi PKK´ê re hatin qedexekirin. 

Börsenverein des Deutschen Buchhandels û Navenda PENa Elman çarşema bihurî peyameke ne elaqedarî biryara qedexeyê dan rayedarên Elman: "Berhemên çandî nabe ku bên tinekirin yan jî mirov bike ku xelk nikaribe xwe bigihîne wan". Saziyan ev banga xwe li dadgeriya Elman nekir ku hefteya bihurî bi biryara Dadgeha Îdarî ya Federal a li Leipzigê biryara Seehofer di cih de dîtibû. Wan yekser bang li wezareta karê hundir a hiukûmeta nû ya li Berlînê kir bi vê peyama li jor. 

26´ê Çileyê 2022´yan Dadgeha Îdarî ya Federal a Elman li Leipzigê, qedexeya bi biryara wezîrê karê hundir ê berê ê Elman Horst Seehofer weke qanûnî nirxandibû. Parêzerên MÎR Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê dabûn zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin. 

Arşîveke bê nimûne ye

Axir Börsenverein des Deutschen Buchhandels bi vê banga xwe ya dawî bêhtir li ber malzeyên çandî yên desteserkirî ketiye. Hejmara wan jî bêhtirî 50 hezarî ye. Hemû ji avahiyên MÎR Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê yên li bajarê Elmanyayê Neussê hatibûn desteserkirin.  

Börsenverein des Deutschen Buchhandels di bultena xwe ya 31´ê Çile de jî bal biribû ser vê yekê û nexasim jî arşîva muzîka Kurd û di bultenê de gotibû: "[Ev arşîv] li Tirkiyeyê nîne, û diyar e ku li dinyayê yekane ye." 

Di daxuyaniya wê ya hevpar bi Navenda PENa Elman re ya çarşema bihurî de jî hatiye gotin, "Koleksiyona li Neussê bi salan bi awayekî xwebexş hat berhevkirin, nedikarî li Tirkiyeyê bê avakirin ji ber zextên li ser ziman û çanda Kurdî yên li wir."  

Divê li saziyeke guncaw bin

Helwêsta herduyan ew e ku her du saziyên Kurd ên li Neussê parastin û hilberandina çanda Kurdî dikir û qismek ji malzemeyên desteserkirî, xwedî nirx û qîmetekî mirov bi ti awayî nikare şûna wê dagire. Li gorî an desteserkirina malzemeyan bi her halî zêdegaviyeke rayedaran e. 

Di daxuyaniyê de Börsenverein des Deutschen Buchhandels û Navenda PENa Elman ji wezareta karê hundir xwest "Berhemên çandî yên civaka Kurd ên kêmdîtî û bi nirx ên civaka Kurd serbest bikin. Divê ew li saziyeke guncaw bin da ku Kurd û lêkolerên lêkolînên çandî karibin xwe serbest bigihînin wan."

FRANKFURT