Li navçeya Til Rifetê, çalakiyên hefteya çandê bi diruşma "Bi çanda Hîlala Zêrîn û hunerê gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin" dewam dikin.

Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê van çalakiyan organîze dike, bi beşdarbûna bi sedan şêniyan û komên hunerî doh di roja sisiyan de li navçeya Til Rifetê dewam kirin.
Çalakî bi deqeyekê rêzgitinê dest pê kir, dûvre endamê rêveber ê Tevgera Hîlala Zêrîn Ronahî Şêxo li ser armanca vê çalakiyê got, "Armanc parastina çanda dayikê ye ya ku bi hezaran salan xwe parastiye û ji xaka Mezopotamyayê dest pê kiriye."

Ronahî Şêxo wiha dewam kir: "Em hewl didin bi rêya vê çalakiyê çanda kurdî vejînin, ji ber ku dewleta Tirk hewl dide çand û nasnameya Kurd, bi taybetî li kantona Efrînê ya dagirkirî têk bibe."

Piştî axaftinê, koma Şehîd Hêva stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, koma Şehîd Viyan Soran dîlaneke folklorîk a Efrînê pêşkêş kir, her wiha dayika Emîne Zênkî stranên gelêrî yên Efrînî gotin, koma Şehîd Barîn şanoyek li ser hezkirina xak, çand û çandina daran nîşan da.

Li dawiyê jî, cilên folklorîk ên hin herêm û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîşan dan.

ANHA/ŞEHBA