• Wetha Dengbêj: Ez dema zarok bûm, min dest bi dengbêjiyê kir. Her kesî dengê min dişiband ê Eyşe Şanê. Stranên ku ji kal û pîrên me mane, ez dibêjim û carna jî ji xwe re stranan dibêjim.

ROJDA AYDIN
JINNEWS/ŞIRNEX

 

Dengbêj Wetha Kolanç  bi stranan şewata dilê xwe tîne ziman. Ew dibêje, “Em naxwazin çanda me bê tinekirin. Divê her kes xwedî li çanda xwe derkeve.”

Li navçeya Şirnexê, Cizîrê, Wetha Kolanç a 50 bi stranan kula dilê xwe bi dengbêjiya xwe tîne ziman. Wetha hîna zarok e, ew zewicandine. Ew niha dayika sê zarokan e. Wetha Piştî zewicî, hevjînê wê hewî aniye ser wê û ji hev veqetiyane. Wetha, ev 10 sal in ku bi sê zarokên xwe re ye. Wetha, li dijî hemû zor û zehmetiyên jiyanê, zarokên xwe mezin kiriye.
Wetha dengbêjiyê dike, û ya dibêje, ew ji dayika xwe fêrî dengbêjiyê bûye. Ji zaroktiya xwe ve jî ew her dengbêjiyê dike. ji ber ku dengê wê xweş jî bû, navê Eyşe Şanê jî lê kirine. Ew wiha behsa serhatiya xwe ya dengbêjiyê dike: “Ez ji dayika xwe fêrî dengbêjiyê bûm. Dema dayik, kal û pîrên min stran digotin, min jî li wan guhdarî dikir. Min guh da wan û ez hînî dengbêjiyê bûm. Em carna bi jinên dengbêj re tên cem hev dengbêjiyê dikin. Ez dema zarok bûm, min dest bi dengbiyê kir. Her kesî dengê min dişiband ê Eyşe Şanê. Stranên ku ji kal û pîrên me mane, ez dibêjim û carna jî ji xwe re stranan dibêjim.”
 
Li civat û şevbihêrkan

Wetha Dengbêj, tîne ziman ku wê berê li dawetan stran digotin û wiha dipeyive: “Em dema diçûn dawet, çol û seyranan, me stran digotin. Me carna civat jî datanîn û me şevbihêrka dengbêjiyê li dar dixist. Lê êdî di dawetan de jî her kes sazbendan tîne. Her wiha êdî di nav civakê de bi awayê xwezayî stran nayên gotin. Hemû bi rêya dijîtalê tên guhdarîkirin. Çanda me ya berê ya dengbêjiyê tine dibe.  Dengbêjî parçeyek e ji rêûresma me. Divê her kes xwedî li çanda xwe û dengbêjiyê derkeve. Çand ji bo me gelekî girîng e. Ger ev çand winda bibe, ev gel jî wê winda bibe.”
 
Civatên dawetan neman

Wetha Dengbêj dibêje, çanda dengbêjiyê ji dayik, kal û pîrên wan wek mîrasekê maye, gelekî bi qedr û girîng e û wiha dewam dike: “Çîroka her stranekê rastiyeke jiyanê ye. Dema em li wan stranan guhdarî dikin, rondik ji çavên me dibarin. Ev stran rastiya jiyana me ne. Berê kêf û xweşî hebû. Çanda dengbêjiyê niha ber bi nemanê ve diçe. Êdî wek berê xweşî nemaye. Stranên ku ez dibêjim, li ser berxwedan, êş, xweşî û şahiyan e. Lê em êdî li dawetan stranan nabêjin. Ji ber ku bi rêya teknolojiyê û bi anîna sazbendan dawet tên kirin. Ez bi xwe di nava rojê de stranan dibêjim. Em naxwazin ku çanda me winda bibe. Bila her kes xwedî li çanda dengbêjiyê derkeve.”