• Li Til Temirê zarok Bûka Baranê digerînin.

SORGUL ŞÊXO
JINNEWS/HESEKÊ 

Li gorî adetê, dema baran nabare, Bûkên Baranê tên çêkirin û zarok li kuçeyan wan digerînin. Yek ji jinên ku vê adetê didomîne, Hemdiya Kûtê dibêje, li Til Temirê ew vê adetê didomînin û pêwîst e, ew xwedî li girîngiya vê çandê derkevin. 

Çanda Bûka Baranê heta roja îro li Til Temira herêma Firatê didome. Dibe ku ‘Bûka Baranê’ di roja me ya îro de zêde nebe, lê ji adetên kevin e. Bi gelek rêbazan ev çand hatiye dewamkirin û ji nifşekî derbasî nifşê din bûye. Hemdiya Kûtê ya 60 salî û li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê dimîne, behsa vê adetê dike.
 
Her adetek xwedî dîrokekê ye

Hemdiyayê bi kêfxweşî wiha behsa çanda Bûka Baranê dike: “Salên baran dereng dibariya, me weke zarok û dayikan dest bi tevgerê û zindîkirina çanda dapîr û bapîrên xwe dikir. Me çanda zêw, li rex wê jî Bûka Baranê çêdikir û em li kolanan, taxan digeriyan. Me tasek dew dirijand, da ku pez tewir nebe û giya çêbe. Berê pirr xweş û bi wate bû. Wan rojan, di her adetê de dîrokek veşartî hebû, di roja me ya îro de pirr kêm bûye.”


 
Rozerînê dua diçin ezmanan

Hemdiyayê behsa çêkirina Bûka Baranê jî dike: “Em çend daran berhev dikin, jê dest û lingan çêdikin. Paşê em kincên xwe yan jî kefiyên dayikan li wan dikin û bi vî rengî em Bûkên Baranê çêdikin. Bi çêkirina Bûka Baranê re em dua dikin da ku baran li mirovan û lawiran bibare. Nexasim van salên dawî, zarok Bûkên Baranê digerînin, ji ber ku zarok dilpak in û duayên wan tên qebûlkirin. Li gor baweriyên me di rozêrînê - sergura sibehê - de em Bûka Baranê digerînin, ji ber ku wî çaxî asîman şîn e, sayî ye û duayên zarokan dikarin rihet biçe jorê.Hingê jî pêwîst e mirov hemû li kolanê bin, da ku duayên wan werin qebûlkirin.”

Hemdiya muhim dibîne ev adet dewam bikin û dibêje, “Heger dapîr û bapîrên me ev çand heta roja îro parastine, pêwîst e, em jî xwedî li girîngiya wê derkevin û biparêzin. Ji bo baran bibare û bîrên avê nemiciqin, me kevir kom dikirin dixistin tûrekî û paşê me girê dida. Paşê li ser dua dikir û davête hundirê bîra avê. Ev jî çandek e ku di nav salan de winda bûye.“

HESEKÊ