- Kovara çand, huner û lêkolînê “Bîrnebûn” a ku bêhtir bi mijarên li ser Kurdên Anatolyaya Navîn derdikeve, hejmara xwe ya 84’an derxist.
Kovara çand, huner û lêkolînê “Bîrnebûn” a ku bêhtir bi mijarên li ser Kurdên Anatolyaya Navîn derdikeve, hejmara xwe ya 84’an derxist. Kovar sê mehan carekê derdikeve. Di vê hejamarê de jî gelek nivîsên ku li ser Kurdên Anatoliya Navîn hatine nivîsandin, hene.
Mehtap Îdelî bi navê “Bisk û gulî” nivîsek cihêreng belav kiriye, ev beşa yekem a vê nivîsê ye. Îdelî wisa dest pê kiriye, “Her çend wekî parçeyek ji laşê mirovan xuya bike jî, di gelek çandan de xwediyê wateyên pirr kûr e. Wekî jinitî, bedewî, dilkêşî, hêz, ciwanî, zindîtî û heta heta pîrozî.”
Wehîde Memkê Hesê Mihe bi dayika xwe Zêza Zewê Silê Atê li ser biwêjan axiviye û mînakên dane. Amed Tîgrîs û Rojîn Zarg Tîgrîs jî bi hev re li ser çîroka “Darkêşê taxa Tokiyê” sekinîne.
Bîrnebûn ku temeneke dirêj li dû xwe hiştiye bûye mijara lêkolîna Sevgî Erdem. Erdem bi navê “Di çêkirina bîra kolektîf a Kurdên Anatoliya Navîn de rola kovara Bîrnebûnê” nivîsiye û berê xwendevanan daye ev dîroka dirêj.
Her wiha kesên wekî Mem Xelîkan, Muzaffer Ozgur, Seyfî Dogan, Xizan Şîlan, Altun Başaran, Memduh Selîm, Asya Xerzan, Jordan, Bêrîvan Xizêmzêr, Mûlla Evîndar, Oscar Wilde (Wergera ji Elmanî: Nuh Ateş) û Emrah Altun bi nivîs, helbest û lêkolînên xwe di vê hejmara kovarê de cihê xwe girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN