Birînên erdhejê dikewîne

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Adar 2023 - 05:05

Sazî û komeleyên Kurd ên bi rêxistin, bi pêşangiya Ma Musicê projeya bi navê “Gerok Ma” bi pêş xistin û li herêmên ku erdhej li çêbûye, dest bi xebatan kirin. Ekîba “Gerok Ma”yê li gund û bajarokan digere û kargehên hunerî li dar dixe. Gerok Ma hewl dide birînên erdhejê bikewîne û xelkên xwe bi tenê nehêle. 

ARDÎN DÎREN

 

Piştî ku erdhej qewimî, sazî û komeleyên birêxistinkirî yên Kurdan, beriya her kesî xwe gihandin hewara xelkê xwe. Bi qasî mehekê li gel astengiyên dewletê û saziyên wê, li herêmên erdhejê, bi xîreteke mezin û koordînasyoneke baş xebitîn. Niha jî sazî û komeleyên Kurd ji bo bîrînên erdhejê derman bikin û tesîra erdhejê kêmtir bikin bi xebat û projeyên cihê li herêmên erdhejê ne û xelkê xwe bi tenê nahêlin. 

Saziyên çand û hunerî yên Amedê û her wiha hin bajarên din ên Kurdistanê herî dawî bi hev re projeya bi navê “Gerok Ma” bi pêş xistin û niha li herêmên erdhejê xebatên xwe dan destpêkirin. Projeya bi navê “Gerok Ma” ku bi awayekî mobîl hatiye bi pêş xistin, kursên hunerî digihîne gund û bajarokan û nexasim jî ji bo zarok û ciwananan dê kar bike. Kesên ku di projeyê de cih digirin û kursan organîze dikin, diyar kirin ku xebatên wan dê du salan bi awayekî perîyodîk dewam bikin û domdar bin. Her wiha xebatên ji bo jinan jî wê siberojê werin destpêkirin. Gerok Ma wê hewl bide tesîra erdhejê ya li ser xelkê kêmtir bike. 

Gerok Ma xebata xwe ya yekem li gundê Musalar ê ser bi Bazarcixê da destpêkirin. Wan li meydana gund, zarokan li hev kom kir û konserên piçûk organîze kirin. Her wiha ji bo zarok resman boyax bikin jî boyax û firçe hazir kirin û zarokan li gorî kêfa dilê xwe tiştên di serê xwe de resmandin. Di roja ewilî de Gerok Ma û zarokan hevaltiyeke xweş ava kir û di navbera wan de têkiliyeke jidil ava bû. 

Saziyên ku piştgirî dane projeya “Gerok Ma” ev in; Zarok Ma, Ma Music, Kased, Komeleya Dîcle-Fırat, Komeleya Rojhilta Navîn ya Sînemayê, Şanoya Bajêr a Amedê, Aryen Huner, ŞanoWan û Navenda Çanda Mezopatamya ya Stenbolê.

Derbarê projeya “Gerok Ma” de perwerdekar Ferhat Ertaş, muzîkjen Devrîm Demîr û koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ji me re peyivîn û armanca projeyê anîn ziman.

 

Divê erdhej ji fokûsa zarokan derkeve

Ferhat Ertaş ê ku li gundê Musolar ê Bazarcixê bi zarokan re xabatên hunerî meşand got; “Erdhejê tesîreke ne baş li zarokan kir û wisa dixweye ku dê ev tesîr dirêj bajo. Em bi kargehên xwe yên hunerî dixwazin tesîra li ser wan kêmtir bikin û fokûsa wan biguherînin. Yanî bila erdhej nebe fokûsa wan. Em hewl didin, wê atmosfera ne baş ya li ser zarokan ji hev bixin. Me di xebatên xwe yên berê de jî dît, enerjiya muzîk û lîstikan gelek e. Em dixwazin bi van lîstik û kargehan, û her wiha muzîkê bikin ku zarok rehet bibin. Li derveyî van tiştan dema zarok bi aweyekî komî tên cem hev û bi hev re dilîzin, bêhna wan derdikeve û nabe weke wî wextê ku bi kesên temen mezin re derbas dikin. Ev xabetên me dê dewam bikin. Em îro li vî gundî ne, dê sibê li gundekî din bin. Niha weke kom em 20 heval li gundan digerin û bi zarokan re wextekî xweş derbas dikin. Divê em vî tiştî tim bidomînin û saziyên din jî li xwe zêde bikin da ku bîrînên erdhejê werin kewandin.”

 

Hevkarî dê hêza me xurttir bike

Hunermed Devrîm Demîr ku aniha bi saziya Kasedê re dixebite û li wir kursên muzîkê organîze dike da zanîn ku wan xebatên dûr û dirêj dane pêşiya xwe û got; “Me ev xebatên hunerî weke pêvajoyeke dirêj niraxandiye. Yanî li gorî du salan me plansaziya xebatên xwe kirine. Destpêkê em ê tenê ji bo zarokan bixebitin. Îro atolyeya me ya yekem dest pê kir. Lê bi wextê re dê xebatên me yên ji bo jinan jî hebin û em ê ji bo wan jî bixebitin. Em bang li sazî û komeleyên din jî dikin, ewên ku bi jin, ciwan û zarokan re xebatê dimeşînin û ji wan re dibêjin, hûn jî alîkariya xwe ji van xebatan kêm nekin û ji bo xebat xurttir bibin, xwe tevlî xebatan bikin. Ji bo van xebatan hevkarî pêwîst e û ev pêvajo tenê bi vî awayî dikare bi ser bikeve. Divê sazî hemû piştevaniya hev du bikin da ku hêza me zêdetir bibe û em pêdiviyên xelkê baştir bi cih bînin.”

 

Bi ruhê seferberiyê em birînan derman bikin

Muzîkjen û koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar jî projeya “Gerok Ma” weke parçeyekî ruhê seferberiyê bi nav kir û got pêdiviya wan bi alavan heye; “Gerok ma bi awayekî mobîl dixwaze xwe bigihîne tevahiya wan deverên ku erdhej li wan çêbûye. Em di vê pêvajoyê de bi saya kargehên hunerî, bi zarokan re hevaltiyê pêş dixin. Ev tişt ji bo me girîng e. Ji bo em di van kargehan de bi kar bînin kursî, mase û her wiha hin alavên din lazim in da ku em karibin xebatên xwe rehettir pêk bînin. Her wiha boyax, pênûs, firçe, kaxiz û hemû alavên bi vî rengî pêwîst in. Hûn dikarin bi riya saziyên ku ev projeyê bi pêş xistine û dixebitin, xwe bigihînin me û pêdiviyên ku me behsa wan kir, bigihîjînên ber destê Gerok Mayê. Mirov tenê dikare bi ruhekî seferberiyê û her wiha hevaltiyê, vê pêvajoyê bi aweyekî serketî li pey xwe bihêle û ji birînan re bibe derman”.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.