Bîrên neftê metirsîdar in

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 5 Sibat 2024 - 00:12

Li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hinek bîrên petrolê hene ku ji salên 90’î ve hatine kolandin û heta niha jî neft lê tê derxistin. Lê xelkê gundên Koye dibêjin ew bîrên neftê zirarê didin jîngeh û ava vexwarinê ya deverê. 

Biryar Selahedîn ku xelkê gundê Şêwaşoke, derbarê mijarê de got: “Hebûna van bîrên neftê ziyanê gihandiye deverê. Ji ber ku ava vê deverê piranî şor, tehl yan jî rûn di nav de heye. Ne şirketên neftê ne jî hikûmeta Herêmê av ji bo me peyda nake.  Ev av bandorek nerênî li ser dar û şînkatiyê jî kiriye.”

Sabîr Ebdulrehman jî got:“Ji ber van bîrên neftê hin çavkaniyên ava vexwarinê zuwa bûne. Yên mane jî behnek nexweş jê tên. Em nikarin vê avê vexwîn. Ji ber wê niha ji Teq teq av ji mere tê. Ji bilî wê ti çavkaniyek me ya din ya avê nîne.”

Haşim Îsmaîl jî bal bire ser bandora bîrên neftê û got:“Her çiqas biryar bû şirketên neftê li derdorê daran biçînin, lê ti darek neçandine.”

Emîr Sabîr jî got:“Ev demeke neft bi rêya boriyan tê veguhestin û wek berê dûkêl jê bilind nabe. Lê berê dûkelek zêde jê derdiket. Diviyabû li derdora gund û bîrên neftê daristan bihatana çêkirin. Lê ji ber qeyrana darayî nekirine. Ger daristan bihatan çêkirin wê sûd û sîmayeke ciwan daba gundê me.”

Heta niha ti lêkolînek bizîşkî nehatiye kirin da ku were zanîn nexweşiyên li deverê çêdibin çiqas peywendiya xwe bi van bîrên neftê ve heye. Li gor gotina xelkê deverê, hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê tenê qezenckirina pere difikire, ti hewldanek wê ji bo parastina jîngeh û tendirustiya welatiyan nedaye. Ji bo wê roj bi roj kesên bi nexweşiyên cûda û penceşêrê dikevin zêde dibe.

ROJNEWS/KOYÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.