Li Bernê Rojên Mîrateya Çandî ya Ewrûpayê hatin lidarxistin. Di vê çalakiyê de danasîna muzeya bîrê hate kirin. Lewheyên ji axê yên hunermendên Swîsreyî û Kurdistanî jî hatin danasîn.

Rojên Mîrateya Çandî ya Ewrûpayê ya 28’an îsal li paytexta Swîsreyê Bernê hate lidarxistin. Rojên Mîrateya Çandî li şatoya Schloss Burgdorfê ya li navçeya Burgdorfê hate kirin. Komeleya Masela (Mesela) ya ku hewl dide dîroka Mezopotamyayê ragihîne bi projeya xwe ya “Em diyar in” tevlî van rojan bû. Muzeya bîrê ya ku komeleya Masela hewl dide li ser mînaka Kobanê ava bike, hate danasîn.

Li ser navê Komeleya Maselayê, Ozlem Yaşar diyar kir ku ew dixwazin berxwedana li Kobanê, pêvajoya avakirina Kobanê û dîroka Mezopotamyayê ragihînin gelên Ewropayê.

Mezopotamya ji Ewrûpa kevntir e

Yek ji avakarê Komeleya Maselayê û peykersaz Werner Neuhaus jî diyar kir ku ew di xebatên avakirina Kobanê de cih digire û got, “Axa Mezopotamyayê ji ber dîrok û çanda xwe li gorî Ewrûpayê kevntir e. Tê xwestin ku ev dîrok were jibîrkirin, lê em ê jî vê mîrateya dîrokî û çandî ragihînin gelên Ewrûpayê û em ê bi xebatên xwe yên hunerî vê yekê bidomînin.”

Di pêşangehê de di çarçoveya projeya “Em diyar in” de du belgefilmên ku li Silêmanî û Swîsreyê hatibûn çêkirin, hatin nîşandan.

ANF/BERN