Bingehê rizgarkirina Efrînê amade ye

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 00:31

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî tev li komxebata MSD`ê ya li Şehbayê bû û got, dagirkeriya Tirk, bi rêya çeteyên El Nusrayê hewl dide siyasetên xwe li herêmê ferz bike. Ebdî wekî din got, nêzîkbûna dewleta Tirk a ber bi hikûmeta Şamê ve jî nîşaneya petixîna pîlanên wê ye.

Doh sibehê bi dirûşma "Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiyê û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re" li Hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê, komxebata MSD´ê (Meclîsa Sûriyeya Demokratîk) dest pê kir. Gelek siyasetvan û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûne.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya bernameya Zoomê beşdarî komxebatê bû û bal bire ser armancên serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) li ser kantona Efrînê û nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikûmeta Şamê re.

Mezlûm Ebdî got, "Di ser dagirkirina Efrînê re 4 sal derbas bûn. Di wê navberê de gelek bûyer li Sûriyê û nemaze li herêmên dagirkirî û Efrînê çêbûn. Dagirkeran hewl da hegemonyaya xwe li wan herêman mayînde bikin. Lê belê bi berxwedana xelkê Efrînê ku xwedî hêzeke ji pola bûn, ew siyaset bi bin ketin."

Bi El-Qaîdeyê berferehkirina dagirkeriyê

Ebdî got, dagirkeriya Tirk di ferzkirina siyaseta xwe li Efrîna dagirkirî bi rêya çeteyan de bi bin ketiye û wiha peyivî: “Pîlan kir ku wan siyasetan bi rêya Heyet Tehrîr El Şam li wan herêman pêk bîne. Ji ber ku ev rêxistin dikare bi awayekî mezintir ajandeyên dagikeriyê pêk bîne. Dewleta dagirker xwest desthilateke navendî çêke da ku pêkanîna pîlanên xwe hêsan bike.

Dagirkerî bi rêya Heyet Tehrîr El Şam dersekê dide komên din çeteyan û wan hişyar dike: divê hûn guh bidin fermanên min û ji derveyî siyaseta min tev negerin."

Ebdî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ji bo ku li bereyan li dijî hêzên Kurd bi pêş kevin û ajandayên dewleta Tirk pêk bînin, li hatine bicihkirin.

Ebdî got, dagirkeriya Tirk dixwaze planên xwe bi rêya rêxistina El Qaîdeyê yanî Heyet Tehrîr El Şam mayînde dike û wiha dewam kir: “Ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê jî alîkariyê jê dixwaze. Efrîn ne tenê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, lê belê bi komployeke mezin a ji aliyê welatên cîhanê ve hat dagirkirin. Mijar ne tenê leşkerî bû."

 

Têkbirina komployê destpêka rizgarkirinê ye

Mezlûm Ebdî paşê got, têkbirina wê komployê dê bibe destpêka rizgarkirina Efrînê û wiha pê de çû: "Divê em şert û mercan ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk amade bikin. Ya herî giring jî şert û mercên siyasî ne, şert û mercên me yên leşkerî hene, em xwedî hêz in ku bikarin ne tenê Efrînê lê belê herêmên dagirkirî hemûyan rizgar bikin.

Tişta ku divê niha em bikin, ew e ku em sûcên dagirkeriya Tirk teşhîr bikin, bi çalakiyan rabin da ku bandorê li hêz û aliyên herêmî û cîhanî bikin. Ji ber ku bûyerên dawîn li Efrînê, bingehê rizgarkirina wê ji dagirkeriya Tirk e, lê pêwîstî bi demê heye."

 

Bibinketina wê ew nêzî Şamê kir

Li ser nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi hikûmeta Şamê re jî Ebdî got, "Tişta herî xeternak, dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ye. Pê re jî nêzîkbûna bi hikûmeta Şamê re ye. Ev jî bi xwe re parçebûna di erkanên hikûmeta Sûriyê de tîne. Her wiha dagirkeriya Tirk li wan herêman mayînde dike.

Siberoja Sûriyê ne bi nêzîkbûna bi dewleta Tirk re ye. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û tev li xaka xwe bike, mîna li Lîwa Skenderûn kiriye. Siberoja Sûriyê ew e ku berjewendiyên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser e û bi wê re îstîqrar û ewlehî serwer bibe."

 

Rêveberiya Xweser çare ye

Ebdî bal bire ser wê yekê ku hêzên li ser erdê dizanin ku çareya yekane ya derketina ji vê krîzê û rizgarkirina herêman, danîna mekanîzmayekê ji bo forma projeya Rêveberiya Xweser a li Sûriyê ye.

Li ser berxwedana dîrokî ya gelê li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî Ebdî got, "Ruxmî dorpêça ku hikûmeta Sûriyê ferz dike, xelkê herêmê li ber xwe dide. Em dizanin rewşên jiyanê pirr zehmet in, lê berxwedana wan çareya stratejîk a rizgarkirina Efrînê ji destê çeteyan û dagirkeriyê ye. Di nava planên me de sivikkirina azarên xelkê jî heye, bi rêya nîqaşkirina çareseriyan bi hikûmeta Sûriyê yan jî aliyên din re, da ku Rêveberiya Xweser xebatên xizmetguzariyê pêşkêş bike û rewşa jiyanî baş bike."

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.