Bilbilê kantona Efrînê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Nîsan 2023 - 05:18

  • Şêrzad ê 12 salî yê ji Bilbilê, bi dengê xwe yê zîz, li Helebê bûye bilbilê şahiyên Kurdan. Ew niha hem xwendina xwe ya dibistanê û hem jî perwerdeya xwe ya hunerî serketî dewam dike. 

Malbatê behreya wî keşf kir û bapîrê wî ew teşwîq kir. Zarokê bi navê Şêrzad Reşîd xwedî dengekî zîz e. Stranên zarokan dibêje. Li gel perwerdeya xwe ya dibistanê di warê muzîkê de jî perwerde dibe da ku behreya xwe bi pêş bixe.

Şêrzad Reşîd ê 12 salî, ji gundê Hesn Dêra yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Ji dema ji Efrînê koçber bûyî ve, tevî malbata xwe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne. Şêrzad ji xwişka xwe ya mezin fêrî stranbêjiyê bûye. Malbatê jî ew teşwîq kir da ku behreya xwe bi pêş bixe.

Tevî ku li ser dikê stran negotine û li ti peymangehên muzîkê perwerde nebûye jî, di stranbêjiyê de serketî ye. Bapîrê Şêrzad, herî zêde ew teşwîq kiriye da ku behreya xwe bi pêş bixe. Malbatê rê dayê ku li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo perwerde bibe û behreya xwe bi pêş bixe.

Welatê me tijî gul in

Ji bo ku Şêrzad ji xwendina xwe qut nebe, hefteyê rojekê perwerde dibe. Têkildarî vê Şêrzad got, “Mamoste û dostên min ên dibistanê ji dengê min hez dikin.”

Şêrzad di şahiyan de jî stranan dibêje. Herî zêde strana ‘Gul’ li ber dilê wî xweş e. Der barê vê de dibêje: “Welatê me tijî gul in. Efrîn bi xweza û gulên xwe navdar e. Stranên din jî xwedî armanc in.”

Piştî ku di şahiyên li taxê de stran gotin, Şêrzad bi dengê xwe navdar bû.

Heta niha ti stran tomar nekirine, lê dixwaze vê hêviyê pêk bîne. Li ser vê yekê jî got, “Heta niha min ti strana taybet tomar nekiriye. Tenê li stranan guhdarî dikim û wan jiber dikim. Piştre di şahiyan de dibêjim.”

 

Zarokên jêhatî yên ji Efrînê 

Ji Efrînê bi teşwîqa malbatan û civakî, gelek zarokên di warên huner û nivîskariyê de jêhatî û jîr derdikevin. Yek ji wan jî Hemo Can Nasir e. Tevî ku ew kor hatiye dinê jî, hem di xwendinê de û hem jî di muzîkê de serketî ye. Hemo Can îro li Elmanyayê ye, ew hez ji strangotinê dike, û dayika wî jê re piyano kiriye û ew teşwîq kiriye. Bavê wî jî jê re stutyoyek daniye da ku karibe behreyên xwe yên muzîkê lê xurttir bike. 

 

Nivîskarê rastiya Efrînê yê 14 salî

Beriya wê jî salekê piştî dagirkerina Efrînê, zarokê hingê 14 salî Xelîl Mûse, kitêbek li ser rastiya Efrînê nivîsandibû. Xelîl Mûse ev kitêba xwe li Pêşangeha Kitêban a Navneteweyî ya Qamişloyê ya 3´yemîn sala 2019´andabû nasîn jî. Ew bi vî awayî bûbû ciwantirîn nivîskarê temamê Rojava. 

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.