Bilbilê helbest û doza Kurdistanê: Seydayê Tîrêj

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Adar 2021 - 00:24

  • Seydayê Tîrêj hevalê şalûl û bilbilan e yê ku deriyê dilê xwe yê bi kovan ji bilbilan re vekiriye, gotiye; "Ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan" û wiha didomand: "Karwanê me dê bigihêje war û meqsedê ye…“

ARDÎN DÎREN

Di nav helbestvanên Kurd de gelek hene ku bi hin helbestên xwe yên navdar tên naskirin û ew helbestvan her tim bi wan helbestên xwe tên bibîranîn. Yek ji wan helbestên navdar jî “Ey Bilbilê Dilşadî” ye. Ev helbest wek sira bayê sibê, xwe li nav hestên me dixe û me ber bi “birîna me ya kûr” de dikişkişîne. Gava em vê helbestê dibîhizin yekcar Seydayê Tîrêj bi berçavk û şaşika xwe li ber çavê me zindî dibe û em jî bi vî awayî bilbilê helbest û doza Kurdistanê bibîr tînin.

Seydayê Tîrêj, bi navê xwe yê rastîn Nayifê Heso, di sala 1922’yan li Cizîrê li gundê Nicim ji dayîk dibe. Wî çaxî medreseyên kurdî hebûn û beriya şagirt herin dibistanên fermî wan xwe li wan medreseyan digirtin û fêrî ziman û ilman dibûn. Mirov dikare bibêje helbestavaniya Kurdan ji van medreseyan niziliye û heya roja me ya îro hatiye. Ji ber vê yekê Seydayê Tîrêj jî heya demekê li ber destê meleyên Kurd li van medreseyan perwerde dibe û feqîtiyê dike. Piştî temenekî ew û çend hevalên xwe berê xwe didin Amûdê da ku herin li wir dest bi dibistana fermî ya dewletê bikin. Mirov dikare bibêje, ji bo Seydayê Tîrêj çerxa felekê li Amûdê baş dizîvire û bingeha helbesta xwe li vir sererast dike. Ew kesekî bi siûd e ku gelek niviskar û helbestvanên wextê xwe nas dike û bi vê naskirinê hestên xwe li ser kaxizan ango bi helbestê dide der. 

Amûdê, warê helbestvanên Kurd

Amûdê wî zemanî ji bo gelek helbestvan û nivîskaran wek wargeheke edebî bû. Ji lewma ji serxetê kî binxet dibû, pêşî rêya wî bi Amûdê diket û li wir bi cî dibû. Kesên wek Qedrîcan, Cegerxwîn, Nûreddîn Zaza, Reşîdê Kurd û gelek niviskarên din li Amûdê bûn. Her wiha nifşê Hawarê û gelek pêşengên rêxistina Xoybûnê jî li binxetê xebatên xwe dimeşandin. Seydayê Tîrêj jî di ciwaniya xwe de van kesan nas dike û di bin bandora wan de dimîne. Ev yek li ser nêrîna wî ya siyasî û her wiha li ser poetîkaya helbesta wî bondoreke erênî çêdike û ew jî bi vê tesîrê dest bi nivisandina helbestan dike. 

Bi Roja Nû helbestên wî çap bûn

Wekî din atmosfera siyasî ya wê demê jî tesîr lê kiriye. Kurdistan ji çar aliyan ve hatibû dagirkirin û li gelek deveran serhildan pêk dihatin. Bivê nevê, vê yekê tesîr li helbestavanên Kurd jî dikir û ev di helbesta xwe de bi cî dikirin. Seydayê Tîrêj jî yek ji wan kesan e ku bêhna doza Kurdistanê di hevokên helbestên wî de difûre.

Wan salan, bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan kovara Hawarê derdiket û vê kovarê gelek helbestvan û nivîskarên Kurd li dora xwe kom kiribûn. Bi saya kovara Hawarê li binxetê çandeke edebî ava bûbû û ev çand her diçû, belav dibû. Piştî kovara Hawarê birayê Celadet Elî Bedirxan, Kamûran Bedirxan kovara bi navê “Roja Nû” derdixe. Helbestên Seydayê Tîrêj cara pêşî di vê kovarê de belav dibin û bi vî awayî tê naskirin. Pêşî li Rojavayê Kurdistanê û paşê jî li seranserê welat helbestên wî belav dibin. Helbestên wî ji gelek hunermendan re dibin îlham û wek stran jî tên gotin.

Ji ciwanên Xoybûnê bû

Di wan salên dijwar de niviskarên Kurd di heman demê de ji bo Kurdistanê di nav xebatên rêxistinî de bûn. Bûyerên li seranserê walat diqewimîn, li ser wan jî bandorek çêdikir. Ev yek wek berpirsyarî didîtin û dixwestin welatê xwe ji bin hikmê serdestan rizgar bikin. Ji ber van sedeman rêxistina bi navê Xoybûnê bi vê armancê ava dibe û ji bo Kurdistanê xebatên gelek girîng dimeşîne. Seydayê Tîrêj jî piştî Xoybûnê nas dike, ji ber ku ciwan e û kelakela dilê wî ye, dixwaze di nav xebatên rêxistinî yên Xoybûnê de cî bigire. 

Wek Osman Sebrî, Cegerxwîn û Celadet Elî Bedirxan, ew jî dixwaze pênûs û helbesta xwe ji bo doza Kurdistanê bi kar bîne. Tenê ne bi pênûsa xwe, ew bi awayekî aktîf jî gelek barên rêxistinî hildigire ser milê xwe û pêk tîne. Li gel kar û barê rêxistinî ew qet dev ji helbesta xwe bernade û her diçe helbesta xwe bi pêştir ve dibe. Mirov dikare bibêje ku helbesta Seydayê Tîrêj helbesteke berz e, xwedî dengek bilind e û gava mirov helbestên wî dixwîne, bivê nevê hişyariyekê çêdike bi mirovî re. Ji xwe wî jî her tim dixwest ku gelê Kurd hişyar be û bi rêxistin tevbigere. Heya dawiya temenê xwe jî bi van hestên xwe xebitî û bi sedan helbest li dû xwe hiştin.

Seydayê Tîrêj gelek helbest û dîwan li dû xwe hiştin û di rojeke weke îro de koça xwe ya dawî kir, konê xwe ji nav me bar kir. Ew her tim ji bo yekîtiya gelê Kurd pêk were dixebitî û dîwanên xwe hemû ji bo vê yekê nivisîn. Heta roja dawî jî hez dikir ku di nav gelê xwe de bimîne û di civatan de helbestan bixwîne. Di helbesta xwe de her tim qala Kurdê leheng û serfiraz dikir û digot “xwe nespêrin neyaran”. Belê, mirov dikare bibêje ku helbestên Seydayê Tîrêj ji bo neyaran bi tirs û xof bû.  Dixwest Kurd xwe ji bindestiyê rizgar bikin û wek milletê din serbixwe bijîn: 

Ma ne şerm û fihête îro di vî zemanî 
Bê al û text û serek ku em qîma xwe tînin
Ey Tîrêjo êdî bes kezeb li xwe te reş kir
Yan dewletek serbixwe yan qir bibin nemînin

Seydayê Tîrêj hevalê şalûl û bilbilan e yê ku deriyê dilê xwe yê bi kovan ji bilbilan re vekiriye, gotiye; "Ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan" û wiha didomand: "Karwanê me dê bigihêje war û meqsedê ye…“

Seydayê Tîrêj gava ku xebatên siyasî dimeşîne gelek caran tê girtin û tê gotin, ku di van demên girtin û nezaretê de dîwana wî ya helbestan hatiye windakirin. Lê Seydayê Tîrêj li gel zext û zorê hemûyî jî dev ji nivisandina helbestê bernedaye û her tim bi helbesta xwe li hember zordar û zordariyê sekiniye. Îro mirov dikare bibêje, nav û dengê wî wek “Bilbilê Dilşadî” li welat belav bûye û nifşên nû ji helbesta wî sûd werdigirin û bandora wî li wan dibe.

Berhemên Seydayê Tîrêj

Seydayê tîrêj ev berhemên li jêr li dûv xwe hiştin:

-Xelat ( Helbest)
-Zozan ( Helbest)
-Cûdî ( Helbest)
-Serpêhatiyên Kurdan

Ji van berhemên li jêr sûd hatiye wergirtin:

* Pirraniya agahiyan ji ber nivîsa kurê Seydayê Tîrêj, Cemal Tîrêj a di PolîtîkArt a hejmar 175 (10´ê Cotmeha 2015´an derçû) hatine girtin.
* Dîroka Wêjeya Kurdî - Feqî Huseyyîn Sagniç
* Antolojiya edebiyata Kurdî - Mehmed Uzun
* Kovara W- hejmar 16
* Dîwanên Seydayê Tîrêj

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.