• Li Helebê sê heval hatin cem hev û “Hebeş Saz” ava kirin.

MIHEMED EBDO
ANHA/HELEB

Mihemed Hebeş bi hevrêyên xwe Yasir û Mihemed re dest bi karê lêgerîna textê çêkirina tembûrê dikin. 

Her sê paşnavê wan Hebeş e, tevî ku ne ji gundekî û ne jî ji malbatekê ne, lê ji heman kantonê ne. Ji ber wê yekê, li hev kirine ku navê “Hebeş Saz” li projeya xwe ya îro 4 mehî, bikin. 

Mihemed Hebeş yek ji beşdarên projeya çêkirina alavên tembûrê ya li Helebê ye. ew dibêje, piştî ku ew ji Efrînê koçber bûn, zehmet bû kar peyda bikin. Bi hevalên xwe re pêşî ew derî û pencereyên text ên zirar li wan bûye, çêdikin.

Li ser fikra çêkirina tembûrê Mihemed Hebeş dibêje, “Kurê min ji min xwest ez jê re tembûrekê bikirim. Em çûn sûkê, buhayê giran bû. Tembûra ku li Tirkiyê çêbûye û ne zêde baş e, bi 800 hezar lîreyê Sûriyê bû, nêzî 250 dolarî.

Diviya ez xwesteka kurê xwe pêk bînin. Min peymangeha pîşesaziyê, beşa çêkirina mobîlya xwendiye û ji piçûkaniya xwe ve min li tembûrê dida.”

Tembûra xwe ji hev de xist

Mihemed Hebeş û hevalên xwe textê ji cureya darê zan ku pê deriyên kevn ên malan hatibûn çêkirin, kirin parçeyên bi 3 santîman fereh û kirin tembûr. Her wiha alavên xwarkirina text û hilmê jî wan bi xwe çêkirin.

Mihemed Hebeş dibêje, wî tembûra xwe ji hev de xist da ku awayê çêkirin, xwarkirin û tiştên din nas bike, ya herî girîng jî pîvana wê ye, ji ber ku her çewtiyeke piçûk dê bi xwe re dengekî nebaş bîne.

Qonaxên çêkirina tembûrê

Bi pirranî textê zan bi kar tîne. Textên ji gûz û tûyê yên ku ji bo çêkirina tembûran textên herî baş in; lê ji ber dagirkeriya Tirk li Efrînê peydakirina wan zehmet e.

Qonaxa duyem qutkirina darê weke parçeyên wek hev û berê wan 3 santîm e. Piştre ew parçe dikevin nav alava hilmê da ku nerm bibin û bi hêsanî werin çêkirin.

Piştre her parçeyek dikeve alava xwarkirinê da ku yek şekil derkeve. Piştre keviyên text tên qeşartin û qutiya deng li dawiya wê tê barkirin. 
Qonaxa dawî jî parçe têne girêdan, boyaxkirin û eyarkirin, têl tên girêdan û li dawiyê dengê wê tê ceribandin û eyarkirin. 

Mihemed Hebeş destnîşan kir ku hewldanên wan ên destpêkê bi bin ketin, lê dubarekirin û naskirina şaştiyan hişt ku tembûr bi dengekî baş werin çêkirin ku li bazarê bi yên din re di pêşbirkê de bin. 

Miheme Hebeş û hevalên wî her tembûrekê bi 200 hezar lîreyên Sûriyê difiroşin anku nêzî 75 dolarî û soza başbûna wê didin kesên dikirin.

Têkildarî mijarê Mihemed Hebeş ev tişt got: “Armanca me ya sereke ne qezenckirin e, ji ber ku wekî em dizanin li her maleke Kurdan alaveke tembûrê hebû, lê civaka me di qonaxa şer de ew çand winda kir, em dixwazin wê windahiya çandê careke din vegerînin, li aliyekî din jî bi rêya firotina wan a bi nirxekî guncaw em lêdana tembûrê didin hezkirin.”

Hebeş diyar kir ku xwesteka wan li vir sînordar namîne, lê belê ew ê fikreya çêkirinê belav bikin û alavên din mîna ûd û kemanê çêkin.

Hin dîroknas dibêjin ku gotina tembûr ji gotina kurdî bizik anku zik hatiye û gotina tembûrê ji bilî ferhengên kurdî de di tu ferhengan de tune ye, anku nav ji şekil hatiye, ji ber ku mîna mêrê bizik e. Ji ber wê yekê tê texmînkirin ku koka tembûrê xaka Kurdistanê ya kevnar e.