Bila Ereb jî hînî Kurdî bibin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Îlon 2021 - 04:08

  • Biharîn: Min berhemek nivîsand, bi navê ‘Çawa em bi Kurdî biaxivin’, wê ne dûr lê nêzîk bê çapkirin. Armanca min bi vê pirtûkê ew e ku derfetekê ji Ereban re çêkim, da ku ew jî fêrî zimanê Kurdî bibin.

ŞÊRÎN ELÎ / JINHA/ŞEHBA
 
Helbest, hunerê derbirîna dilînî û hiş e. Helbest şêweyeke vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend û bi dengên ahengdar tê hûnandin. Di helbestan de bibîrxistin, nîqaş û feraset cihên girîng digirin. Helbest heqîqetê bi texeyûlan bi lêv dike. Keça Efrînê Biharîn Mihemed a 16 salî ji gundê Xelîlaka yê ser bi navçeya Bilbilê ya Efrînê, jî heqîqeta xwe bi helbestan îfade dike. Biharîn niha bi malbeta xwe re bûye penaber li gundê Til Qireh ê kantona Şehbayê. Ya herî zêde hişt ku Biharîn binivisîne, dûrketina ji ax û cihên xwe yên resen, Efrînê bû. Em li ser wê û helbesta wê bi Biharînê re peyivîn. 
 
Rola Yekîtiya Rewşenbîran 

Biharîn destpêkê balê dibe ser cara pêşî ya ku wê dest bi nivîsandina helbestan kir û dibêje, “Dema ku min destpêkê rahişt pênûsê, min nizanibû ez ê çi binivîsînim û ez ê derbarê kîjan mijarê de binivîsînim. Mijarên ku min dinivîsandin, li ser êş û kêfxweşiyê bûn. Dema ku ez di refa 8’an de bûm, meraqên min li ser xwendina pirtûk û helbestan hebû, min bi demê re xwendina helbestan bi pêş xist. Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn, Yekitiya Rewşenbîran li Şehbayê hat vekirin, min berê xwe da Yekîtiyê bi armanca bipêşxistina pîşeyê xwendin û nivîsandina helbestan. Mamosteyên Yekîtiya Rewşenbîran bi min re bûn alîkar û piştevaniya min kirin da ku pênûsa min berê xwe bide nivîsandina helbestan. Dema Yekîtiya Rewşnebîran dewreya perwerdeya xurtkirina zimanê nivîsandina helbestan vekir, ez jî beşdar bûm, ji ber xwesteka min ew bû ku xwe di milê nivîsandina helbestan de bi pêş bixim.”
 
‘Çawa em bi Kurdî biaxivin’

Biharîn dibêje, “Min berhemek nivîsand, ew jî kurtepirtûk e û bi Erebî û Kurdî ye. Pirtûk bi navê ‘Çawa em bi Kurdî biaxivin’ e û nivîsandina vê pirtûkê nêzî salekê kişand. Ew ê ne dûr lê nêzîk bê çapkirin. Armanca min bi vê pirtûkê ew e ku derfetekê ji Ereban re çêkim, da ku ew jî fêrî zimanê Kurdî bibin. Ji bilî nivîsandina helbestan ez di çandê de di beşa şanoyê de jî kar dikim. Ev bû 4 sal in di koma şanoyê de cih digrim. Min dît ku şano çavê civakê yê nû ye û bi şanoyê mirov peyamekê digihîjîne civakê bi taybetî digihîjîne zarokan. Di şanoya bi navê ‘Poşmaniya Rovî’ min jî rol kir.“
 
Dest ji pênûsa xwe bernedin

Biharîn bang li her kesê dike û dibêje, xwedî li hestên xwe derkevin: “Banga min li keçan hemûyan e ku xwedî li hest û helwêstên xwe derkevin û di çand û hunerê de  beşdar bibin da ku xwedî li helwêst û meraqên xwe derkevin. Hêviya min ji bo wan ew e ku dest ji pênûsa xwe bernedin û ji her milî ve xwe xurt bikin. Pirraniya helbestên min li ser welatî ne, û li ser warê zeytûnê Efrînê û dûrketina ji wê hatine nivîsandin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.