‘Bijî berxwedana gerîla’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:09

  • Grafîker û şêwekarê Kurd Rêbwar Perwîzî ku bi reaksiyonên xwe yên hunerî tê naskirin, vê carê jî gerîla xêz kir û bal bire ser berxwedana Zê, Avaşîn û Metînayê.

Grafîker û şêwekarê Kurd Rêbwar Perwîzî ku bi reaksiyonên xwe yên hunerî tê naskirin, vê carê jî gerîla xêz kir û bal bire ser berxwedana Zê, Avaşîn û Metînayê. Piştî ku Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê li Zê, Avaşîn û Metînayê dest bi êirşên dagirkeriyê kir, li herêmê şerekî giran diqewime.

Balafirên artêşa Tirk li herêmê gelek deveran bomberan dikin, lê gerîla jî weke her car li ber xwe dide û rê nade artêşa dewleta Tirk. 

Rêbiwar Perwîzî jî bi wêneyên xwe piştgiriyê dide berxwedana gerîla. Rêbiwar wêneyekî ku li ser “Zapê” û li bin jî “Bijî berxwedana gerîla” nivîsiye li ser hesabên xwe yên civakî parve kir. Her wiha wî wêneyekî ku li ser “Gerîla” nivîsiye jî parve kir û got, “Roj baş gerîla” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.