Bihişta xemilandî: Zozanê Balekayetî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 27 Tîrmeh 2023 - 13:15

Zozanên Balekayetî mîna bûka xemilandî ya Kurdistanê ye. Her çar demsal lê tê jiyankirin. Di nava dîmenên wê yên ciwan de Şikefta Zêrîn Xan a dikeve raserî gola efsûnewî ya Bin Lîs bûye cihekê geştiyariyê.

Çiyayê Zêrîn Xan a li sinorê Balekayetî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, dikeve ser sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Li quntara çiyê şikeftek mezin a xwezayî lê heye û hejmarek zêde geştiyar serdana wê dikin.

Tişta ku dihêle zêdetir dîmenê şikeftê xweşik diyar bibe, gola efsûnî ya bi navê Goma Bin Lîse. Geştiyar û pispor li ser wê yekê hemfikirin ku ew şikeft şikefta herî bilind û dirêj ya Başûrê Kurdistan û Iraqê ye.

Şikefta Zêrîn 61 metre bilind e

Huner Rehman yek ji çiyagerên devera Balekayetiye, got:“Şikefta Zêrîn Xan û Goma Bin Lîs dikeve naverasta her du lûtkeyên çiyayê Çîxe Derê û Çiyayê Helgurd ku du çiyayên herî bilind ên Başûrê Kurdistan û Iraqê ne. Ev cih bûye navendek ya geştiyarî û çiyageran. Goma Bin Lîs dikeve li ber derê Şikefta Zêrîn Xan û her çar demsalan berf, şînkayî û gelek cûrên gulan lê tê dîtin. Çiyagerê bi navê Çiya Siyamend jî li ser ciwaniya xwezaya deverê axivî û got:“Tevî ku rêya wesayîtan nayê vir, lê bi berdewam çiyager serdana vir dikin û lê dimînin. Dirêjiya Şikefta Zêrîn Xan 61 metreye, firehiya wê li hinek cihan ji pênc metreyan zêdetire. Bilindiya wê çar metre û li hinek cihan jî metreyeke. Her ku mirov dikeve kûrahiya şikeftê nizimtir dibe, dawiya şikeftê digihe metreyek. Pileya germahiyê di astek gelek nizim de ye. Di demsala havînê de di nava rojê de pileya germahiyê da dikeve qasî 10 pleyan. Mayîna di şikeftê de zehmete.” Hêjayî bibîrxistinê ye Şikefta Zêrîn Xan li cihekî ku zêdetirî 3100 metreyan ji asta deryayê bilindtir e. Li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê şikefta herî mezine.

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.