Bi ziman kes me tine nahesibîne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Sibat 2023 - 03:19

  • Eyup Subaşi got, “Em xwedî li zimanê xwe derkevin, kes nikare me tine bihesibîne. Ji ber vê yekê divê em xurttir bikin û veguhêzin cihê pêwîst.”

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Subaşi têkildarî girîngiya zimanê dayikê got, “Em xwedî li zimanê xwe derkevin, kes nikare me tine bihesibîne. Ji ber vê yekê divê em xurttir bikin û veguhêzin cihê pêwîst.”

Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) UNESCO di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. 

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi têkildarî girîngî û mayîndebûna ziman peyivî. 

Sûbaşi, anî ziman ku hêmana herî girîng ku neteweyan, ziman e: “Heke zimanê me nebe ji aliyê miletan ve jî em nayên nasîn, ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin, ziman xwedî girîngiyeke jiyanî û stratejîk e. Rastiya ziman hebûna wî ye. Heke tu nikarî vê hebûnê biparêzî tu ji xwebûnê derdikevî. Dibe ku tu jiyana xwe bidomînî, lê wê her tim di kesayeta te de şikestinek çêbe. Çand û edebiyat gelekî girîng in û ya ku bingehê van çêdike jî ziman e. Heke ziman nebe çand jî nabe.”

 

Perwerdehiya bi Kurdî şert e 

Sûbaşi, qala girîngiya zimanekî ku zimanê perwerdehiyê be û di qada çapemeniyê de bê bikaranîn kir û got, “Zimanên ku di van qadan de neyên bikaranîn wê têk biçin. Heta ku kurdî nebe zimanê perwerdehiyê û xwedî statu nebe, wê bi demê re ji holê rabe.”

Sûbaşi, li ser xebatên li dijî polîtîkayên bişaftinê got, “Her roja ku diçe em zimanê xwe baştir pêş ve dibin, dinivîsin û dixwînin. Lê ya girîng ew e ku em bi zimanê xwe yê dayikê mafê xwe yê perwerdehiyê bi dest bixin.”

Sûbaşi, bal bire ser polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Kurdî û got, “Dema em li rojnameyên rojane, dibistinan, akademiyan û zanîngehan dinihêrin bi ti awayî em Kurdî nabînin.”

 

Pirtûkên Kurdî diyarî bikin

Eyup Sûbaşi xwedîderketina li ziman weke xwedîderketina li nasnameyê nirxand û di dawiyê de got, “Divê em bi zimanê xwe binivîsin û nîşanî zarokên xwe bikin. Li cihên ku em lê dimînin, divê em hesas nêzîkî ziman bibin. Divê em li malên xwe cih bidin pirtûkên Kurdî. Divê em pirtûkên Kurdî diyarî derdora xwe û cîranên xwe bikin. Heke em weke gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, kes nikare zimanê me tine bihesibîne. Ji ber vê yekê divê em xurttir bikin û veguhêzin cihê pêwîst.”

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.