Bi yekîtiya neteweyî qesta hemû gelan dikin

Sêşem 28 Cotmeh 2025 - 03:30

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku têkoşîna ku gelê Kurd li çar parçeyan dimeşîne ji bo demokratîkbûna herêmê pir girîng e. Gulcan Sayyîgît diyar kir ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo li dijî modernîteya kapîtalîst  çanda jiyana hevbeş a gelan û baweriyan esas digire û anî ziman ku modela Rojava mînaka şênber a vê yekê ye. Gulcan Sayyîgît bi bîr xist ku têkiliyên di navbera Kurdan de pêş dikevin ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng e û anî ziman ku Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk armanca wê ew e ku vê pêvajoyê di asta civakî de birêxistin bike. Gulcan Sayyîgît diyar kir ku xebatên bi pêşengiya jin û ciwanan ve têne meşandin, hevgirtina civakî xurt dikin û destnîşan kir ku avakirina civaka demokratîk ji bo aştiyeke mayînde şert e.

Gulcan Sayyîgît diyar kir ku pêkhateya siyasî ya li Tirkiyeyê ji bo aştiya civakî îrade nîşan nedaye û got ku divê pêvajoya çareseriyê ne taktîkî, divê wekî armancek stratejîk were dîtin.

Perspektîfa neteweya demokratîk

Li Rojhilata Navîn dîtina çareseriyê di aliyekî de li vê herêmê pêkan e. Ji ber ku Mezopotamya ya ku Kurd û gelek gelên din lê dijîn, yekem sedema bingehîn a têkoşîna dîrokî ye û rastiya jeopolîtîk û jeostratejîk e. Her çiqasî dema ku bûyerên wê gavê vedibêjin dibêjin "Erdnîgarî çarenûs e" jî, lê tişta ku tê gotin heyîna jeostratejîk e. Bêguman, haya hêzên kapîtalîst ji vê yekê heye. Noqteya ku nêzîkatiya hêzên kûrewî ya li hember Rojhilata Navîn destnîşan dike, kapîtal e. Çanda jiyana bi hev re ya di navbera gel û baweriyan de nehate qebûlkirin; zîhniyeta "parve bike û bi rê ve bibe” serdest bû. Yekem motîvasyona têkoşînê ya li Mezopotamyayê û Kurdistanê ev bû. Hewldan hegemoniyekê ava bikin û sîwaneya wê jî modernîteya kapîtalîst bû. Ji ber vê yekê hin dewletên herêmî û pêkhatên teng ên neteweperest û cîhadîst sed salan hegemonyaya xwe ava kirin. Yên ku ji vê sîstema ku li Rojhilata Navîn hatiye avakirin qezenc kirin; hêzên kûrewî, komên sermayeyê û hêmanên hevkar ên paşverû bûn. Yên ku winda kirin hemî gel û bawerî bûn. Di rastiyê de Ereb, Faris û Tirk winda kirin; ji ber ku hişmendiya hişk a netewe dewletê qet kêm nebû. Li Îran û erdnîgariya Ereban nerazîbûnên cidî li dijî vê yekê bilind bûn, lê encam nehat bidestxistin. Sedema sereke ya vê yekê nebûna planeke rizgariya siyasî bû. Heta tevî şoreşa Îranê jî divê li sedemên ku rejîma heyî derxit holê li vir bigerin. Bi heman awayî, Bihara Ereban ne xwedî bernameyeke siyasî û demokratîk bû. Sedema Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî birêz Abdullah Ocalan di vir de veşartî ye. Ji ber ku birêz Ocalan dahûrandineke siyasî ku bandor li tevahiya herêmê kir û modelek çareseriya demokratîk danî holê, kir. Birêz Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk danî holê û perspektîfa neteweya demokratîk li dijî serdestiya netewe-dewletê ya tekparêzî û asîmîlasyonîst bi pêş xist. Noqteya ku îro em hatinê, eşkere nîşan dide ku komploya navneteweyî hilweşiyaye. Bûyerên li Rojhilata Navîn qewimîn birêz Ocalan mafdar derxist. Êdî modeleke bi navê modela Rojava heye. Hemû gel li wê dinêrin û perspektîfên xwe yên pêşerojê diyar dikin. Ji ber ku hemû gel Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Êzidî, Elewî û Çerkes entegreyî pergalê ne. Ji ber vê modela Rojava veguheriye bihara gel û baweriyan. Bêguman ev yek bandorek girîng li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan kiriye. Ji ber ku ramanên birêz Ocalan li seranserê cîhanê Kurdan bi awayekî ontolojîk da xuyakirin. Ji ber vê sedemê, birêz Ocalan di peyama dîtbarî ya 9’ê Tîrmehê de gotina "Hebûn hat naskirin, armanca sereke hat bidestxistin" bi kar anî. Mirov dikare ji vê gelek wateyan derxe. Bi rastî naskirina hebûnê tê wateyê ku gelê Kurd wê bêtir li ser rojeva yekîtiya neteweyî hûr dibe.

Avakirina hişmendiya demokratîk

Têkoşîna azadiya Kurd di têkoşîna xwe ya bi dehan salan de rêveçûna civakîbûnê nîşan daye. Ji ber ku têkoşîna ku heta mirov nebe kirdeyên siyasî û civakê bi rêxistin neke ne pêkan e ku mayînde bibe. Riya vê yekê avakirina hişmendiyeke demokratîk a piralî û beşdarbûnî ye. Ji ber vê sedemê, em dibînin ku dema birêz Ocalan paradîgmaya xwe danî holê, li ser hemû hêman û pêkhateyên civakê disekine. Îro, em ne tenê li ser çareserî û aştiyê nîqaş dikin; yek ji rojevên herî girîng avakirina civaka demokratîk e. Aştî carinan dikare bi demkî, carinan jî bi awayekî mayînde were bidestxistin; lê civaka demokratîk wê xwedî li aştiyek mayînde û bi rûmet derkeve. Ji ber ku civaka demokratîk, ji aliyekî ve civaka polîtîk e û ew civaka ku dikare bi çanda lihevhatinê sedemên pevçûn û şer ji holê rake. DEM Partî bi vê hişmendiyê beriya sala 2024’an biqede li gelek bajaran civînên gel li dar xist. Daxwaza Kurdan û hêzên demokratîk ji bo çareseriyê û israra wan a li ser aştiyê derket holê. Piştî banga  Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê, civînên gel bi rêk û pêk bûn. Zêdetirî du hezar civîn pêk hatin û li her derê esasên aştiya mayînde û bi rûmet hatin danîn. Ji ber ku aştî ne qenciyek e ku hêzên siyasî bidin gel e. Ger demokrasî çêbibe, aştî were riya vê yekê di avakirina civaka demokratîk û beşdarbûna civakê de derbas dibe. DEM Partî bi vê zanebûna cewherî helwest nîşan da û bi civînên gel re, bi sendîka, komele û partiyên siyasî re jî civîn li dar xist.

Ev qonaxa ku hatinê, israra Kurdan a ji bo aştiyê li holê ye; êdî daxwazên wan ên demokratîk têne zanîn. Lê ji bo civakîkirina aştiyê ti hewldaneke desthilata AKP’ê tineye. Muxalefet, tevî ku piştgiriyê dide pêvajoyê jî, ne di atmosfereke aştiyane de ye.

Divê pêvajo ne pêngaveke taktîkî be; divê aştî wekî armanceke stratejîk were dîtin. Divê pêvajoya aştiyê ne armanca konjonkturel be û wekî amûrekî hilbijartinê neyê dîtin. Siyaseta Kurd jî - bi taybetî birêz Ocalan - ji ferqa vê de ne. Sedema israra avakirina komîsyoneke meclisê ev bû. Bi komîsyonê re avaniya siyasî ya heyî û muxalefetê hatin ba hev; li gelek derdoran guhdar kir. Ji ber vê yekê, divê desthilata siyasî û dewlet nêzîkatiya xwe ya li hember pêvajoyê di ber çavan de derbas bike. Eger aştî pêk were, divê zimanê ku li hember Rojava tê bikaranîn biguhere; divê di nav gel de atmosfereke xweşbînî were afirandin. Helbet, gelê Kurd nikare li benda aştî û civaka demokratîk bisekine. Heta ku şert û merc rê bide divê rêxistiniya civakî berfireh bike. Ji ber ku aştî ne qenciyek e; nabe mafên demokratîk wekî qenciyekê bên pêşkêşkirin.

Diyalog û muzakere ji bo berjewendiyên gel û gelê Kurd pir girîng in. Di vê wateyê de, zemîna ku birêz Ocalan bi rêya diyalogê avakiriye ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan derfeteke zêrîn e. Ji ber vê yekê, her gava ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tê avêtin, zemîna têkoşîna demokrasî û azadiyê fireh dike. Pêşvebirina vê yekê tenê bi hişmendiya civaka demokratîk pêkan e.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.