Rihê berxwedana Kobanê didome

Sêşem 20 Çile 2026 - 15:00

  • Şêniyên Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava daketin qadan. Şêniyên daketin qadan diyar kirin ku rihê berxwedana Kobanê didome.

Şêniyên Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava daketin qadan. Şêniyên daketin qadan diyar kirin ku rihê berxwedana Kobanê didome. Her wiha hat gotin roj roja xwedîderketina li rûmeta û berxwedana xwe ye.

Şêniyên Başûr daket qadan

Li hemberî êrîşên ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirk ve girêdayî çeteyên DAÎŞ'ê û cureyên wê li ser Rojava didomîne, gelê Başûrê Kurdistanê derket qadan.

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku çeteyên DAÎŞ'ê û cureyên wan li xwe girê dide û bi piştgiriya dewleta Tirk artêşeke çete ava kiriye, êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  berdewam dike. Piştî bangên seferberiyê yên ji bo herêmê, gelê Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava rabû ser piyan. Li Silêmanî û Hewlêrê bi çalakiyên hemdem, li Kelar, Kerkûk û Zaxo jî gel êrîşên çete protesto kirin û peyamên piştgiriyê ji Rojava re dan.

Wan

Li Wanê, polîsan êrişî meşa ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojavayê hat lidarxistin kir. Di êrişa polîsan de gelek kes birîndar bûn. Hevserokên DBP'ê yên bajêr, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan û serokê Baroya Wanê Sinan Ozaraz jî di nav de nêzî 100 kes hatin binçavkirin. Dîsa jî gel liberxwe da.

Amed

Platforma Saziyên Demokratîk, êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dike. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li meşê bûn. Meş, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê, girseyê ji pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê dest bi meşê kir.

 

Êlih

Gelê Êlihê dorpêça polîsan şikandin û li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.

Rojnamevan di bin dorpêçê de hatin girtin. Gel dorpêça polîsan şikand û ber bi rûya Gulistanê ve dest bi meşê kirin.

Semsûr

Platforma Saziyên Demokratîk a Semsûrê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Daxuyaniya çapemeniyê li Parka Mîmar Sînan a li navenda bajêr hate dayîn û pêkhateyên platformê beşdar bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de êrîşên li ser Rojava û polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê hatin redkirin û peyama ku têkoşîna gelan a ji bo jiyaneke birûmet û aşitiyane nayê çewisandin, hate dayîn.

Enqere-Stenbol

Înîsiyatîfa Jinan a Hewcehiya Min Bi Aşitiyê Heye, li hemberî êrîşên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê hatin destpêkirin û li hin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin li Enqere û Stenbolê banga çalakiyan kir.

Colemêrg

Li Şemzînana Colemêrgê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ'ê meşek hat lidarxistin û dû re jî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de piştevaniya berxwedana Rojava hat kirin.

Îzmîr

Li Menemen a Îzmîrê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê, di daxuyaniya hat dayîn de hat destnîşankirin ku êrîş êrîşeke îdeolojîk li dijî felsefeya "Jin, jiyan, azadî" ye.

Li Mexmûr û Şengalê çalakî

Şêniyên Mexmûr û Şengalê, li dijî êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên li dijî Rojava, ser pêya ne. Di çalakiyên hatin lidarxistin de banga xwedîderketina li berxwedana Rojava û tevlibûna banga seferberiyê hat kirin.

Şêniyên Şengalê bi pêşengtiya Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê daketa qadan û piştgirî dan Rojava. Ciwanan, wêneyên Colanî ku fermana dagirkirina Rojava û komkujiyên li dijî Kurdan daye şewitandin û bi dirûşmên xwe piştgirî dan gelê Rojava.

Rojava li ser piya ye

Ji Dêrikê heta Kobanê bi deh hezaran kes, li dijî êrişên ser destkeftiyên xwe daketin kolanan û tevlî seferberiyê bûn.

Li bajarên Amûdê, Kobanê, Dêrik, Qamişlo, Girkêlegê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê Gelê Kurd rabû ser piyan û gotin em ê rûmeta xwe teslimî çeteyên HTŞ'ê nakin û em teslîm nabin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

Rojava rûmeta me ye

Welatiyên ku duh tevlî meşa ji bo Rojava hat lidarxistin bûn, destnîşan kirin ku ew Rojava bi tenê nahêlin û wê heta dawiyê xwedî Rojava derbikevin. Jinan gotin, “Rojava em in, em jî Rojava ne.”

Çeteyên HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin bi sedan kes birîndar bûn û gelek sivîl hatin revandin. Êrîşên ku didomin li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Ligel hemû êrîşan jî berxwedana gelê Rojava berdewam dike.

Li dijî êrîşan li Bakurê Kurdistanê jî gel rabûye li ser piyan û bertek nîşanê êrîşan didin. Li Amedê jî duh li gel hemû astengiyan jî şêniyên ku gihîştin gel hev, dorpêç derbas kir û nerazîbûnên xwe careke din anîn ziman. Welatiyên ku tevlî meşê bûn gotin ew ê heta dawiyê xwedî li Rojava derbikevin.

Perva Înal jî destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li cem Rojava bin û got ew dixwaze li Rojava aştî demildest bê avakirin. Perva Înal got, “Wek jineke Kurd a Misilman, li gorî olê aştî esas e, ne şer. Şer bi tenê ji bo parastina xwe dikare were kirin. Niha Rojava jî parastina xwe dike. Ez vî şerê qirêj ê ku ev hêzên emperyal bi hev re dimeşînin û çeteyên cîhadîst niha li wir dimeşînin, şermezar dikim û qebûl nakim.”

Kezîban Tekol jî ev tiştan anî ziman: “Em ji bo Rojava li vê derê ne. Em komkûjî û êrîşa li Rojava qebûl nakin û nayê qebûlkirin. Li ser dînê îslamê diçin êrîş dikin û zarokên kurdan qetil dikin. Çeteyên hov zilmê li kurdan dikin. Em azadiya gelê Kurd dixwazin. Ew bi salan in zilmê li dijî kurdan dikin. Demildest vê êrîşê bidin sekinandin. Dewleta tirk çima vê yekê dike, çima çeteyên xwe dişîne ser kurdan? Em ê heta dawiyê xwedî li Rojava derbikevin. Rojava rûmeta me ye. Hemû kes bila xwedî li vê rûmetê derbikeve.”

JINNEWS/AMED/ROJDA AYDIN-PELŞÎN ÇETINKAYA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.