Karasu: Ji bo Rojava rabin ser piyan
Sêşem 20 Çile 2026 - 16:15

- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bang li hemû gelê Kurd û hêzên demokratîk kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li ber xwe bidin û got, "Ev êrîş ne tenê li dijî Rojava ye, li dijî hemû gelê Kurd e."
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk kir ku li dijî êrîşên çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê yên ku bi koordîne û beralîkirina dewleta Tirk li ser Rojava dest pê kirine, li ber xwe bidin.
Peyama Karasû bi vî rengî ye:
"Hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê re,
Hemû tevgerên şoreşger û demokratîk ên li cîhanê!
Niha li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojava, êrîşeke giran li dijî gelê Kurd tê kirin.
Ev gelê ku di sala 2014 û 2015’an de li dijî êrîşên DAÎŞ’ê bi fedakarî û qehremanî berxwedan kir, xwe kir bendava parastina mirovahiyê, bi deh hezaran şehîd û birîndar da.
Gelê ku ji bo mirovahiyê şer kir, îro bi komployeke navneteweyî, bi beşdariya hêzên navneteweyî dixwazin bişkênin, pergalên demokratîk ên wî hilweşînin.
Niha li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, ji Şêxmeqsûdê destpê kiriye, êrîşeke bêkurdkirinê heye. Ev êrîşa li Rojava ya Kurdan ji holê rakirinê, ji bo hemû Kurdan êrîşeke qirkirinê ye. Ev êrîş hemû gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê eleqedar dike. Ji ber ku ev êrîşeke qirkirinê ye. Divê hemû gelê me vê rastiyê bibîne.
Komployeke li dijî Kurdan heye. Têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê, ji ber berjewendiyên navneteweyî û herêmî dixwazin bişkînin. Destkeftiyên gelê Kurd dixwazin ji holê rakin. Îradeya berxwedanê, hesreta azadiyê ya gelê Kurd dixwazin bişkînin.
Çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan
Ev ne tenê êrîşê li dijî Kurdên Rojava ye. Êrîş li dijî îradeya azadiyê û hebûnê ya hemû gelê me yê li Kurdistanê ye.
Ji ber vê yekê divê hemû gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan. Divê li kêleka gelê me yê li Rojava yê berxwe dide bisekinin. Divê hemû gelê me roj û şev piştgiriya berxwedana gelê Rojava bike. Bi taybetî gelê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê divê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava.
Gel û zarokên Rojava bi dehan salan beşdarî têkoşîna çar parçeyên Kurdistanê bûne, bi hezaran şehîd dane. Bi hezaran birîndarên wan hene. Gelê Rojava bi vî helwesta neteweyî hêza têkoşîna gelê Kurd zêde kiriye. Îro jî divê hemû gelê Kurdistanê, hemû dostên me li çar parçeyan li dijî vê êrîşê rabin ser piyan, piştgiriyê bidin berxwedêran. Çawa ku gelê Kurd li Kobanê li dijî DAÎŞ’ê bi ser ket, îro jî bi heman ruhê Kobanê, bi heman piştgiriya ku li Bakur, Başûr, Rojhilat û derveyî welat ji Kobanê re hatibû dayîn, divê em li kêleka têkoşîna gelê Rojava bimînin.
Divê em pir bi baldar bin
Li Kobanê di sala 2015’an de tenê berxwedana şervanan ne bû sedema serkeftinê. Piştgiriya hemû gelê Kurdistanê û cîhanê, dostan, hêzên sosyalîst, piştgiriya exlaqî bû sedema ku DAÎŞ ji Kobanê were derxistin. Ji ber vê yekê îro dema wê ye ku em piştgiriyeke wiha bidin berxwedêrên Rojava.
Divê em pir bi baldar bin. Siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd heye. Divê ev were dîtin.
Ji ber vê dibe ku sibe dereng be, divê niha rabin ser piyan. Bi taybetî ciwan û jin divê hêza xwe bidin vê têkoşînê. Ciwanên Kurdistanê ji bo van rojan hene. Ji ber vê yekê ciwan li her derê divê rabin ser piyan. Di sala 2014’an de sînorê Pirsûs û Kobanê bû sembola berxwedana li dijî DAÎŞ’ê. Îro jî em dikarin bi awayekî wekhev piştgiriyê bidin berxwedana Rojava. Niha dema wê ye. Ji ber ku êrîşên qirêj û hovane ne. Me dît ku li Helebê cenazeyê jineke Kurd çawa hate avêtin. Kurd bi dehan salan berxwedaneke mezin nîşan dane. Li hemberî hemû êrîşan rawestiyane û mezin bûne.
Bi vê ruhê welatparêzî û şoreşgeriyê, bi hesreta hebûn û azadiyê ev têkoşîn her mezin bû û bi ser ket. Îro jî ger em bi hêza xwe bawer bin, gelê xwe piştgirî bikin, hemû gelê çar parçeyên Kurdistanê helwesteke hevpar bigire, ev êrîş dikare were şikandin.
Piştgirî bidin têkoşîna Rojava
Hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê jî li hemberî vê êrîşê berpirsiyariyeke dîrokî hene. Yên ku îro vê berpirsiyariyê pêk neynin, gelê me qebûl nake. Ji ber vê yekê bêyî tu hincetê divê piştgirî bidin têkoşîna Rojava.
Bi vê wesîleyê ez bang li gelê Ereb ê Rojava û Sûriyeyê jî dikim.
Ereb, Kurd, Suryanî zêdetirî deh salan bi hev re bi aşitî û xwîşk û biratiyê jiyane, şer nekirine. Li her derê Sûriyeyê şer û pirsgirêk hebûn, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîşk û biratiyê jiyane. Niha HTŞ û hin hêz dixwazin Kurd û Ereb bikin dijminê hev. Dixwazin di Ereban de dijberiya Kurdan çêbikin. Ev rewşeke pir qirêj e. Erebên ku ji şerê Sûriyeyê reviyan, hatin herêmên Kurdan, Kurdan ew her tim kirin mêvan. Ji ber vê yekê em bang li Erebên Rojava, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û hemû Erebên Sûriyeyê dikin ku nekevin vê lîstikê. Ev lîstik ne tenê ji Kurdan re, ji Ereb û gelê Ereb re jî zirarê dide. Ji ber vê yekê yên ku dixwazin sor bikin hene, divê guh nedin wan.
Banga min ji hêzên demokrasiyê yên şoreşger ên cîhanê re ye. Çawa ku di 2014-2015’an de piştgiriya mezin dan Kobanê û di serkeftina Kobanê de rolek lîstin, îro jî divê rolek bilîzin. Bi vê wesîleyê ez hemû gelê Kurd, dostên me û hêzên demokrasiyê bang dikim ku li dijî van êrîşan bi helwesteke hevpar têbikoşin. Ez gelê Rojava yê ku niha berxwe dide silav dikim û serkeftinê dixwazim."
Bijî Berxwedana Rojava! Bijî Gelê Kurd!
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN







