Di eniyên berxwedanê de cih girtin

Sêşem 20 Çile 2026 - 15:30

  • Pêşengên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên Şamê di eniyên berxwedanê de cihê xwe girtin.

Di demekê êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin de pêşengên şoreşê jî di berxwedanê de cihê xwe girtin. Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîbor Hiso, Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî rext li xwe kir û di eniyên berxwedanê de cih girt.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ku “peymana teslîmbûnê” ya Şamê red kir, wêneyekî bi çek parve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

***

MSD: Dê têkoşîn bidome

MSD'ê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, hişyarî da ku kuştina şervanên jin ên dîlgirtî yên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û serbestberdana çeteyên DAIŞ'ê dê terorîzmê vegerîne û ev yek dê bibe xeteriyeke rasterast a li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî.

MSD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro "ne bijarteyeke siyasî ye", lê berpirsiyariyek exlaqî û mirovî ye ji bo pêşîgirtina li vegera terorîzmê, parastina sivîlan û parastina aramiyê.

MSD'ê diyar kir ku paşguhkirina "van xetereyan dê bihêle ku terorîzm careke din li deriyên cîhanê bixe."

Daxuyaniyê wiha domand: "MSD'ê li aliyekî banga diyalog û danûstandinê di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û QSD'ê de dike, lê ew kiryarên hovane yên ku ji hêla hêzên desthilata Şamê ve têne kirin, şermezar dike."

MSD'ê  daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir "Ji ber israra Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li ser çareseriyên leşkerî, MSD diyar dike ku divê berxwedana rewa berdewam bike ji bo parastina azadî û rûmetê û ji bo Sûriyeyek demokratîk, piralî, nenavendî û ewle ji bo hemû welatiyên wê."

NAVENDA NÛÇEYAN

 

***

Dîmenên hovîtiya HTŞ'ê

  • Êrişên HTŞ’ê yên li Reqayê li dijî sivîlan hatin weşandin. Her wiha çeteyan du şervanên YPJ'ê revandin.

Welatiyên sivîl ên ji neçarî ji Reqayê derketin, rastî êrişa HTŞ û komên paramîlîter hatin. Hinek welatiyên li Reqayê dijiyan, ji ber êrişan xwestin di 18’Ê Çileyê de xwe bigihînin Hesekê. Lêbelê konvoya sivîlan li nêzî gundê Sahab el-Xeyrê rastî êrişa komeke paramîlîter hat.

Dîmenên kêliya êrişê, ji hêla welatiyekî ve hatin kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku sivîlên li ser rêyê rastî gulebaranê tên, hin kesên gule lê dikevin dikevin erdê û hinek jî ji bo xwe ji guleyan biparêzin direvin.

Çeteyan 2 jin revandin !

Çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz ku di bin serokatiya serçete Ehmed Şera de ne, li herêma Dêrazorê 2 şervanên YPJ’ê revandin. Bûyer li nava raya giştî bû sedema nerazîbûneke mezin.

Êrişên çeteyên DAIŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, li Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Çeteyên hov li Dêrazorê 2 şervanên jin revandin.

Di dîmen de ku li ser medyaya dijîtal belav bûye, xuya dibe ku 2 şervanên YPJ’ê yên bi navê Amara Intiqam û Narîn Axîn li herêma Dêrazorê ji hêla çeteyên hikumeta demkî ve hatine revandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.