Bi yek destî karê dirûtinê dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 27 Kanûn 2024 - 00:41

Hawjîn Dilêr ku xwedî pêdawîstiyên taybet e, bi yek destî karê dirûtinê dike. Li gorî Hawjîn ya ku jiyanê xweş dike, hewldan e.

Jina bi navê Hawjîn Dilêr (32) nişteciha Silêmaniyê ye, Hawjîn bi yek destî karê dirûtinê dike. Hawjîn dibêje ew hîn di temenê xwe yê biçûk de ji ber bûyerekê destê xwe ji dest daye, lê ev yek li ber hêviyên wê nebûye asteng û weke jinek rûbirûyî hemû astengiyên jiyanê bûye. Hawjîn niha xwediyê pîşeya xwe ye, gelek jinên mîna Hawjîn jî xwedî hêz in û bi xwe karê dikin. Hawjîn bi îradeyek xurt û bihêz kariye xewn û xeyalên xwe bicih bîne û du salin kariye dest bi pîşeyê xwe bike.

Li gorî Hawjîn, dirûtin xewna wê ya di dema zarokatiyê de bû û dibêje:“Min bi piştgiriya malbat û hevserê xwe karî xwe fêrî dirûtinê bikim.” Hawjîn xwediyê du zarokan e û li rexa erka dayiktiyê, karê xwe yê dirûtinê jî dike. Hawjîn dixwaze di dema bê de weke keseke pispor, dewreyek perwerdeyê ji bo jinên xwedî pêdawîstiyên taybet jî veke. Hawjînê da zanîn ku weke jinek armancên wê ji bo jinên weke wê bûye çirayek û kariye bibe xwedî aboriya xwe ya serbixwe.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.