Mercy Hunter hunermendeke xêzker a Îrlandî bû. Ew serê sedsala bihurî sala 1910'an li paytexta Îrlandaya Bakur Belfast hat dinê û di temenê xwe yê 79 salan de gelek berhemên hunerî nexasim jî kalîografî li pey xwe hiştin. Ji ber ku dê û bavê wê mîsyoner bûn, di zarokatiya xwe de ew li welatên mîna Çîn û Kanadayê maye. Piştî ku li Belfastê Dibistana Bilind a Hunerên Bedew Xwend, wê heta 1970'yî yanî sala ku malnişîn bû, mamostetî kir. Ew ji 1947'an û pê ve rêvebera dibistana Victoria College bû li Belfastê. 

Ji bilî kalîografiyan wê ji bo çend kitêban jî wêne xêz kirin. Yek ji van kitêban a mêrê wê George MacCann ê peykertraş bû. Wê sala 1942'yan ji bo kitêba wî ya bi navê Sparrows Round my Brow (Beytik li dora brûyên min difirin) xêz kirin.Ew di heman demê de dîzaynkera cilûberg û kostumên şanoyê bû jî hem jî bo komên şanoyê yên Belfastê û hem jî ji bo koma baleyê ya Patricia Mulhollandê. 

Mercy Hunter ji damezrênerên Ulster Society of Women Artists (Civaka Ulster [Herêmeke Îrlandaya Bakur e] a Hunermendên Jin) e. Di saxiya xwe de ew yek ji navdartirîn hunermendên Îrlandaya Bakur bû.

Di berhemên wê de xetên besît û glover nîşan didin ka çi qasî tesîra kalîografiyê bi giştî li ser hunerê wê heye. Di vî wêneyê kitikan ê Mercy Hunter de jî mirov eşkere bi mînîmalîzmeke xurt nîşandana detay û tevgeran dibîne.

Hejmarek ji berhemên wê yên hunerî îro li Ulster Museum û li Grand Opera House yên li Belfastê tên parastin û nîşandan. 

FRANKFURT