Hunermendê ji navçeya Xaneqînê diyar kir ku paşxaneya çandî û hûnerî ya bajarokê wan bûye sedema hişyarbûna xelkê Xaneqînê û got; “Me bi hunera Xaneqînê Kurdayetî da xuyakirin û huner jî karê siyasetê dike, lê bi awayekî xweştir.”
Xaneqîn yek ji navçeyên resen yên Başûrê Kurdistanê ye û ji sedî 90’ê şêniyên wê Kurd in. Lê belê ji ber polîtîkayên erebkirinê, navçe xistin ser parêzgeha Diyala û niha girêdayî wê parêzgehê ye. Di warê huner û çandê de, bajarok dewlemend e û gelek hunermendên resen ên cuda yên hunerî têde hene. Li vê navçeyê beriya 60 salan sînema hebû. Ev pêşketin û destketiya hunerî, Xaneqîn ji erebkirinê parastiye û heta niha jî xwedî sîmayeke Kurdî ye.
Paşxaneya çandî sînemayê bi pêş dixe
Hunermend Mecîd Şalyar derbarê mijarê de ji axivî û got; “Xaneqîn xwediyê çandeke xweş ya jiyana hevbeş e, tevî ku piraniya şêniyên wê Kurd in, lê belê gelek komên etnîkî, olî û mezhebî hene. Lê heta niha li navçeyê tu pirsgirêkên olî û etnîkî derneketine holê. Di merasîmên olî de Şîe, Sunnî û Xirîstiyan bi hev re beşdarî merasîmên hev dibin.” Mecîd Şalyar diyar kir ku li Xaneqînê navendeke wan ya çandî heye ku heftane sînema, pêşangehên wêneyan û çalakiyên din yên hunerî têde tên nişandan û got; “Vê çandê gelê bajêr hişyar kiriye. Pêşketina niha ya li Xaneqînê, bi taybetî di warê sînemayê de, ji ber paşxaneya çandî ya bajêre.”
Xaneqîn bajarekî Kurdistanî ye
Mecîd Şalyar li ser girîngiya hunerê ji bo bilindkirina hişmendiyê jî got; “Huner roleke mezin dilîze ku mirov li ser rêya bedewiyê bihêle. Ji ber vê jî her bajarê ku huner lê hebe dê pêş bikeve, huner jî dikare hişê mirovan biguherîne. Huner jî dikare heman karê siyasetê bi şêweyekî xweş bike. Li Xaneqînê me karî îspat bikin ku Xaneqîn bajarekî Kurdistanî ye û xwedî karaktereke Kurdistanî ye, bêyî ku kesek dilgiran bibe. Huner ewe ku mirov bikaribe di dijminê xwe de jî guhertinan çêbike bêyî ku bixin nava fikaran.”
Di dawiyê de hunermendê Xaneqînî bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li bajarê wan binihêre û xizmeta hunera van deveran bike.
ROJNEWS/XANEQÎN