• Nezahat Kaçar: Keda ji bo huner ji aliyê mirovan ve nayê dîtin. Di hemû xebatên min de keda destê min heye û wextê xwe didimê. Huner li ber çavên mirovan hêsan û piçûk tê dîtin. 

Nezahat Kaçar ji bo debara xwe bike bi karê dekorasyonê mijûl dibe. ew dibêje, "Her jin dikare bi derfetên xwe yên heyî têbikoşe û li ser piyên xwe bimîne. Ji bo wê jî lazim e bi xwe bawer be û bixebite.”
Nezahat Kaçar a 37 salî ye. Nezahat li şaneşîna mala xwe bi boyaxê teşe dide keviran, dekorên cûr bi cûr çêdike. Nezahat bi hûnerê xwe hem debara xwe dike hem jî hestên xwe tîne ziman. 
Ew dibêje, keviran bandor lê kiriye: “Hunerê min, hêzê dide min. Ez berê li Stenbolê bûm û di karên cûr bi cûr de xebitîme. Lê piştî penceşêra memikan, ez mecbûr mam ku dest ji xebatê berdim û derman bibim. Piştî ku dermankirina min li Stenbolê qediya, ez li gel malbata xwe hatim Amedê. Li Amedê jî me hêdî hêdî ji xwe re jiyanek ava kir. Lê piştî ku ez û hevjînê xwe ji hev qetiyan, ez û du zarokên xwe tenê man. Piştî ku ez û zarokên xwe yên biçûk tenê man, ez li Amedê li çend kargehan xebitîm. Piştre pêvajoya pandemiyê dest pê kir û ez dîsa ketim malê. Di pêvajoya pandemiyê de li malê min bandora keviran kifş kir.”

Hobî bû, niha debara xwe pê dike

Nezahatê ka xemlê û keviran çawa tîne cem hev, wisa ravedike: “Ez ji behrê gelek hez dikim û bêriyê dikim. Ji ber ku bêriya bahrê dikim, ez li ser keviran masiyan boyax dikim. Piştre min alavên xwe yên malê jî resimandin. Ji ber ku dema mirov bi huner mijûl dibe, mirov li her tiştî bi çavekî hunerî dinêre. Piştre jî min dekoreke din da alavên xwe yên malê ku min bi kar nedianîn û min ji wan gelek alavên din ên cûr bi cûr çêkirin. Destpêkê, min ev kar wekî hobî dikir. Piştî elaqeyê, min berhemên xwe firotin û min debara xwe bi wan kir. Niha jî bi piranî li ser text û keviran dixebitim.”
 
Huner piçûk nebînin

Nezahat ji ber ku debvara mala xwe û du zarokên xwe dike bi fikar e, nizane wê heta bi ku bi vî karî biçe. Mitale û kakuniyên xwe ew wiha rave dike: "Niha ez xebatên xwe li şaneşîna malê dikim. Lê heger ku atolyeyeke min hebûya dibe ku min hunerê xwe zêdetir bi pêş bixista. Ez dixwazim cûreyên hunerê xwe zêde bikim, lê carinan derfet têrî nakin. Her wiha keda ji bo huner ji aliyê mirovan ve nayê dîtin. Di hemû xebatên min de keda destê min heye û wextê xwe didimê. Huner li ber çavên mirovan hêsan û piçûk tê dîtin.
Taybetmendiyeke jinan e ku karê destan baş dikin. Her jin dikare bi derfetên xwe yên heyî têbikoşe û li ser piyên xwe bimîne. Ji bo wê jî lazim e bi xwe bawer be û bixebite.”

JINNEWS/AMED