Bi wêneyan çîrokan zindî dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 00:59

BANE ROZ / NÛJINHA / SILÊMANÎ

 Wênegirî şêwazek yê hunerê ye. Bi taybet wênegiriya i kolanan zindî hêlana jiyanê ye, derxistina rastiya jiyanê ye. Li herêma federe a Kurdistanê gelek ciwan berê xwe didin hunera wênegiriya li kolanan. Yek ji van ciwanan jî Saz Babanî ye, di temenê xwe yê 13 salî de dibe xwedî kamêreya xwe û li kolanan wêneyan digire û wan kêliyan zindî dike. 

Wênegira kolanan Saz Babanî di heman demê de xwendevana Koleja Zanist ya Çandiniyê, beşa Zanista ajalan e û ciwanek xelkê bajarê Silêmanî ye. Ji zaroktiya xwe ve gelek ji kamere û wênegiriyê hez dike û dema ku bavê wê jê re kamêreyek dike diyarî , di nava kolanên kevin yê bajarê Silêmanî digere û her cihek ku bala wê dikişîne dike wêne û zindî dike. Saz Babanî di wêneyên de dîrokê diafirîne û demboriyê zindî dike. Saz Babanî wiha behsa karê wênegiriya li kolanan û ezmûna xwe ya bi kamêrayê re kir û got:

“Li gora min wênegiriya ji derve şêwaza herî zindî yê wênegiriyê ye. Ew kêliya ku tê girtin zindî dimîne. Mirov jiyanê di wêne de nas dike û divê jiyan jî pê re biafire, hemû rewş û kêliyên ku li ber çavê wênegir dikeve, tomar bikin û arşîv bikim.”

Divê wênegir çîrokê diyar bike

Saz Babanî di temenê 13 salî de cara yekem bû xwedî kameraya xwe û wêneyê xwe yê yekem di temenek biçûk de tomar kir û wiha got: “Cara yekem bi riya bavê xwe min kamera dît wê demê ez zarok bûm dû kamerayên bavê min hebû. Kamerayek bi kaset kar dikir û yek jî bi film bû ji bo wênegiriyê dihate bikaranîn. Her dema geşt û kombûnek hebû, bavê min herdû kamêra li gel xwe dianî  û hewl dida wan kêliyan zindî bike û ev yek jî îlham dida min. Beriya 6 salan ez bûm xwedî kameraya xwe û niha jî wê bikartînim. Ev kamêra ji bo min gelek giring e, ji ber diyariya bavê min e. Destpêkê min jî kamera nedizanî, di dema diçûm geştê min kamera li gel xwe dibir û min wêne digirt. Beriya  4 salan  min hevalek nas kir ku heman kamera hebû, wêneyên li kolanan digire, ew jî îlham da min ku biryar bidim wêneyên li kolanan bigirim. Di wênegiriya li kolanan gelek giring e wênegir çarçoveyekê diyar bike û çîroka wê tê de diyar be. Li gor min erkê wênegir ji hewla girtinê zêdetir çîroka di nava wêne de zindî bike.”

Bi plansazî wêneyan nagirim

Saz Babanî da zanîn ku zêde destkarî kirina wêne kuştina kêliyê ye û got: “Ez kêmtir destkarî li wêneyan dikim, li gor min wêne û çarçove çawa be divê wisan be. Wêneyên min zêdetir xwezayî ne. Kêm wêneyên min hene jê re plan hatibe danîn, wêneyên min yên xwezayî yên xweş û nexweş hene. Xweşiya wan ewe ku di heman kêliyê de min wêne tomar kiriye û dûbarebûn nîne. Nexweşiyê wan jî ger di wê demê de kameraya min ne amade be ew kêlî ji destê min derdikeve.”

Jin tên astengkirin

Saz Babanî der barê wêneyê reş û spî de wiha got: “Gelek rexne ji bo wêneyên ku min girtine hatine, dibêjin hê di demê kevin de maye û wêneyên wê reş û spî ne. Wêneyên reş û spî zehmettir e divê demek dirêjtir li ser girtina wêne kar bikî, hemû hurguliyên wêne beriya kişandinê çêbikî û ew wêne çîrok û zindîbûna xwe winda neke û her wiha nostaljiyek xweşiktir hebe. Jinên wênegir hê nikarin di wênegira li kolanan de bi aram bi xebitin û rastî cihêkariyê tên. Jin di karên xwe de gelek caran rastî astengiyan tên. Divê jin karê ku jê hez dikin bikin û dest ji kêrhatiyên xwe bernedin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.