Bi tena serê xwe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Îlon 2022 - 21:09

  • Xelatên One Eyeland yên wênegiriyê her sal piştî pêşbirkekê tên dayîn. Îsal jî qederê 3 hezar û 300 kesî miracaetî pêşbirkê kir. 

Xelatên One Eyeland yên wênegiriyê her sal piştî pêşbirkekê tên dayîn. Îsal jî qederê 3 hezar û 300 kesî miracaetî pêşbirkê kir. Ji 56 welatan wênegirên profesyonel û yên amator miracaetî pêşbirkê kiribûn. Li gorî kategoriyan, wêneyên beşdaran piştî nirxandinekê hatin xelatkirin.

Eldon Lau ku wênegirekî ji Hong Kongê ye weke wênegirê herî profesyonel yê îsal hate hilbijartin. Eldon Lau di warê wêneyên dawet, bûk û zavayan de pispor e û gelekî afirîner e. Wêneyên wî yên ku heta niha  girtine vê afirîneriya wî baş radixin ber çavan. Wî bi vî wêneyê xwe yê ku navê wî kiriye “Only” (Bi tena serê xwe)  juriya pêşbirkê qaneh kir ku xelatê bidin wî. One Eyeland her sal weke pêşbirk tê lidarxistin. Her wiha weke galeriyeke wêneyan jî kar dike. Niha 134 hezar endamên malpera wan û bi hezaran wênegirên ku wêneyan ji bo wan dişînin jî hene.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.