Bi tecrîdê şer gur dikin

În 16 Sibat 2024 - 00:47

Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odunc têkilî Meşa Azadiyê axivî. Oduncu  diyar kir ji bo avakirina welatekî li ser wekheviyê, hewceye ku Rêber Abdullah Ocalan ji alî fizîkî ve azad bibe, bi vê daxwazê dest bi Meşa Azadiyê ya Mezin kirine, Pêvajoya Çareseriyê ya beriya niha bi bîr xist û got,’’Bûyerên ku di wê demê de qewimîn ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng bûn. Hebûna welatekî ku rondik lê nayê barandin, xwîn nayê rijandin, bêhn tê ber mirovan, çek bêdeng dibin, li nava gel belav bû. Mixabin desthilatdariya ku mase qeliband û got, pêvajoya aştiyê wê nebe, bi vî rengî pêvajo têk bir, hewl da gelên Tirkiyeyê bixe nava tarîtiyê. Ji wê rojê û vir ve me gotibû bê azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê çiqasî girîng e û hîn jî vê yekê dibêjin. Mixabin 35 meh in bi ti awayî agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nayê wergirtin."

Milyonan got,’’Ocalan vîna min e’’

Zeynep Odûncû bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser gelên Tirkiyeyê û got, "Ji bo Birêz Abdullah Ocalan bi milyonan mirovî gotin, îradeya min e. Desthilatdariya ku vê îradeyê qebûl nake, razemeniya xwe li ser tunehesibandina Kurdan kir û bi tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan re hewl da li Tirkiyeyê polîtîkayên şer geş bike. 

Statûya Kurdistanê rêya Tirkiyê vedike

Li Tirkiyeyê pirsgirêkên heyî yên perwerde, tenduristî, kuştina jinê, bêcezahiştinê bi hev ve girêdayî ne. Bi feraseteke ku gelekî tune dihesibîne û hewl dide dîl bigire, dewam dike. Eger deriyên Îmraliyê bêne vekirin, tecrîd bi dawî bibe, hevdîtin ji nû ve destpê bikin, wê bêhn bê ber gelên Tirkiyeyê. Eger budçeya ku li Tirkiyeyê ji bo şer tê veqetandin ji bo aştiyê bê veqetandin wê ji her alî ve pêşî li Tirkiyeyê vebe, pêşî li gelên Tirkiyeyê vebe, her wiha naskirina statuya gelê Kurd li Kurdistanê wê pêşî li gelên Tirkiyeyê jî veke."

Daxwaza gelan azadiya Ocalan e

Zeynep Odûncû herî dawî got, "Daxwaza gelê Kurd her tim azadiya Birêz Ocalan û bidestxistina statuya gelê Kurd e" û diyar kir ku di meşê de ew bi coş hatin pêşwazîkirin. Odûncû destnîşan kir yekane hêvî û daxwaza gelan ew e ku êdî azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bibe, welatekî ji wekheviyê bê afirandin.

Meş bû xeleke mezin

Parlamentera DEM Partiyê Necla Demir têkilî armancên Meşa Mezin a Azadiyê ev tişt gotin: ‘’Niha li vir 3 armancên me yên bingehîn hene. Şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, afirandina şert û mercên azadiya wî ya fîzîkî û afirandina rêyên diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Ji bo van her sê mijarên bingehîn me dest bi meş û çalakiyan kirin. Ev meşa me li her derê veguherî xelekeke mezin. Bandora pinpinîkê afirand. Destpêkê li girtîgehan greveke birçîbûnê destpê kir, piştre dayikan dest bi Nobeda Edaletê kirin û me jî dest bi meşê kirin. Heta ku çalakiyên me, meşên me bi serketinê tacrîdar bibin wê têkoşîna me, berxwedana me dewam bike."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.